Avakarê Komara Kurdistanê Qazî Mihemed, di wesiyeta xwe ya ku beriya darvekirinê nivîsîbû de wiha gotibû;
“Nîşaneya serkeftin û rizgariya gel û neteweyan bi yekîtî, hevgirtin û piştevaniya navxweyî pêkan e.”
Di ser roja şehadeta damezrînerê Komara Mehabadê Pêşewa Qazî Muhemed re 78 sal derbas bûn.
Komara Kurdistanê di 22’yê Çileya 1946’an de li bajarê Mehabadê, bi hildana ala Kurdistanê li meydana Çarçira hat îlankirin.
Di civîna yekemîn a parlementoyê ya ku 11’ê Sibata 1946’an pêk hat de, Qazî Mihamed weke serokomar hat hilbijartin.
Sonda Pêşewa Qazî Mihemed a di merasima vekirina parlementoya Kurdistanê de ku di heman demê de soz, peyman, daxwaz û şîretên wî yên ji bo gelê Kurd wiha bûn:
“Bi navê xwedayê mezin, qurana pîroz û ala welatê xwe sond dixwim ku ez ê heta dawiya dilopa xwîna xwe, heta henaseya xwe ya dawî, bi can û malê xwe, di rêya azadiyê de, ji bo ku ala me ya rengîn li ezmanan pêl bide bixebitim.”
Komara Kurdistanê, di temenê xwe yê 11 mehan de, di çarçoveya xebatên neteweyî de xizmetên mezin ên çandî û wêjeyî pêşkêşî gelê Kurd kir.
Di encama van xebatan de, zimanê Kurdî weke zimanê fermî hat îlankirin, li dibistanan perwerdehiya Kurdî dest pê kir û di vê serdemê de weşana rojnameya Kurdistan û kovarên Hawar, Hilale, Agir, Gelawêj û Niştiman hatin geşkirin û bi rêk û pêk hatin weşandin, weşana radyoyê hat destpêkirin, ji bo pêşketina ziman û wêjeya Kurdî xebatên girîng hatin meşandin.
Piştî ku yekîtiya Sovyetan di 16’ê Mijdara 1946’an da xwe ji îranê vekişand, dewleta Îranê bi alîkariya Îngilîzan, bi hemû hêza xwe li hemberî Komara Kurd a Mehabadê û avakarên wê êrîş dan destpêkirin.
Pêşewa Qazî Muhemed, ji bo ku gelê Kurd bi qirkirinê re rû bi rû nemîne, li hemberî êrîşên dewleta Îranê xwe kir mertal û xwest bi wî awayî gelê Kurd biparêze.
Piştî ku di 17’ê Kanûna 1946’an de Komara Kurd a Mahabadê hat hilweşandin, dadgehên dewleta Îranê bi awayekî bêhiqûqî di encama darizandina du rojan de Qazî Mihemed, birayê wî Sedr Qazî û Seyf Qazî bi cezayê îdamê hatin cezakirin û di 31’ê Adara 1947’an de li Meydana Çarçira hatin darvekirin.
Pêşewa Qazî Mihemed, di wesiyeta xwe ya ku di kêliyên beriya darvekirinê de nivîsandibû, ji bo tifaq û yekîtiya gelê Kurd wiha gotibû;
“Ez kêliyên jiyana xwe yên dawî dijîm û daxwaza min ji we ev e. Neyartiya hev nekin, piştgiriyê bidin hev, li hemberî neyar û zaliman bisekinin!
Neyarên gelê Kurd pir in. Zordar û bêwijdan in. Nîşaneya serkeftina gel û neteweyan yekîtî ye, hevgirtin e, piştevanî ye. Gel û neteweyên ku tifaq û yekîtiya xwe pêk neanîne her tim bi zilm û zordariya neyar û serdestan re rû bi rû mane.
Tu kêmasiya gelê Kurd ji gelên din ên ku li rûyê erdê dijîn nîne. Gelê Kurd, bi egîdî û fedakariya xwe, ji gelên din ên ku ji zilma serdestan rizgar bûne pêşdetir e. Neyar heta ku karê wî bi we hebe û karibe we bi kar bîne, we qebûl dike. Pişti ku karê xwe bi we biqedîne, we efû nake. Ew gelên ku niha ji zilma serdestan rizgar bûne jî wek me bûn, wan yekîtî û hevgirtina xwe pêk anîn û rizgar bûn, bûn xwedî statû, maf û azadî.
Weke hemû gelên li rûyê erdê, êdî hûn jî rizgar bibin. Heke hûn bibin yek, ji hev hesûdiyê nekin, hûn ê jî rizgar bibin.”
Di kêliya dawî ya temenê xwe de Qazî Muhemed jî weke Şex Seîdê Pîran û Seyîd Riza paşde gav neavêt û li ber sêdarê bi dengekî bilind wiha gotibû;
“Hûn îro dawî li jiyana min bînin jî, baş zanibin ku wê bi hezaran zarok û neviyên me rabin û vê doza me ya heqiyê bişapînin û bidomînin.”
Em di kesayetiya Pêşewa Qazî Muhemed de hemû têkoşer û cangoriyên doza azadiyê bi bîr tînin û li ber bîranînên wan bihurmet biminet û rêzdarî bejna xwe ditewînin û dibêjin;
Hûn di gorên xwe yên bihuştî de rihet razên.
Bi soz peyman bêşik û bêguman, wê zarok û neviyên we, bi yekîtî û hevgirtin sedsala 21’emîn bikin sedsala statûya siyasî ya gelê Kurd û daxwaza we ya welatê azad, xewn û xeyalên we yên nasnameya azad û jiyana bi rûmet pêk bînin.