Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

‘Bi yekitiyê em dikarin pêşî li jenosîdên nû bigirin’

Navenda Nûçeyan |

Xebata Tifaqa Kurdistanî bi munasebeta 32’yemîn salvegera Komkujiya Helepçeyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya Xebata Tifaqa Kurdistanî wiha ye:

“32 sal berê di roja îro de rejîma Baasê bi çekên kîmyewî êrîşî bajaroka Helebçeyê kir. Di vê êrîşa hovane de 5 hezar kurd hatin qetilkirin û bi hezaran kes jî birîndar kirin.

Her çend, li gorî makezagon û destûrên navdewletî, bikaranîna çekên kîmyewî derbend be jî lê dîsa jî rejîma Baasê ya Bexdayê bêtirs û bêfikar li ber çavên hemû cîhanê çekên kîmyewî bi kar anî û li dijî kurdan jenosîdeke mezin pêk anî.

Gelê kurd ji ber vê jenosîda dijmirovahî hêj jî di nava metirsiyê de dijî. Dema mirov li dîroka kurd û Kurdistanê dinêre dibîne ku gelek karesatên bi vî rengî hatine serê neteweya kurd. Kurd ji bo ku mafên xwe yên mirovî bi dest bixin, gelek berdêlên giran dan. Niha jî ji bo ku van deskeftiyên xwe biparêze, mayînde bike û hêj mezintir bike divê teqez avakirina yekitiya neteweyî wekî erka dîrokî bibîne.

Di rewşekî wiha de; erka partî û hemû hêzên kurdistaniyan ew e ku rastiya neteweya kurd bibînin, ji bo yekitî û yekrêziya gelê kurd bixebitin. Kurd tekane bi vî rengî dikarin pêşiya jenosîdên nû yên mîna Helebçeyê bigirin. Em jenosîda Helepçeyê bi tundî şermezar dikin û qurbaniyên wê bi rêzdarî bi bîr tînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar