Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Çarşamba - 23 Nisan 2025

Biden: Trump agirê nîjadperestiyê sor kir

Alîkarê Serokê berê yê Emerîkayê Joe Biden ku weke ‘namzetê favorî’ yê hilbijartinên sala 2020’an ê Partiya Demokrat tê dîtin nerazîbûn nîşanî Donald Trump da ku nîjadperestiya spî sor dike.

Li Emerîkayê rojên dawî êrîşên nîjadperestî hatin kirin û bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan.

Serokê DYA Donald Trump ku bi piştevaniya xwe ya ji bo nîjadperestan tê sûcdarkirin, piştî êrîşan neçar ma ku nîjadperestiyê şermezar bike.

Êrîşên li El Paso û Daytonê bûn sedem ku rexneyên ku dibêjin nîjadperestî bi rêveberiya Trump re bêhtir êrîşkar bû, zêdetir bibin.

Joe Biden Trump bi tundî rexne kir.

Biden di dema serdana El Paso de axivî û got, “Donald Trump bi rengekî vekirî û bêyî ‘şerm bike’ siyaseta hêrsê, nîjadperestî û parçebûnê pejirand.”

Biden got, “Vî serokî (Trump) hem bi rengekî vekirî hem jî neyekser serweriya spiyên li vî welatî sor kir.”

Biden diyar kir, nîjadperestiya spî ku Trump ‘bi hêz kiriye’, pêl bi pêl li Emerîkayê belav bûye û ev yek ‘pirsgirêka’ Emerîkayê ye.

Trump jî bersiv da Biden û îdîa kir ku alîkarê serokê berê rexneyên neheq dike. EL PASO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar