Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Salı - 22 Nisan 2025

‘Bila sala 2020’an bibe sala yekitiya neteweyî ya gelê kurd’

Welatiyên herêma Germiyanê diyar kirin ku divê hemû partiyên siyasî yên kurd dev ji berjewendiyên xwe yên hizbî berdin û yekitiya xak û gelê xwe bifikirin. Welatiyan got ku divê sala 2020’an bibe sala yekitiya neteweyî ya gelê kurd

Xebatên yekitiya neteweyî ya gelê kurd di van demên dawî de zêde bûne. Di vê çarçoveyê de ji rojava û bakurê Kurdistanê gelek şande hatin başûrê Kurdistanê û bi nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl re hevdîtin kirin. Lê hêj jî di navbera partiyên siyasî de lihevkirinek çênebûye. Gelê kurd jî di her kêliyê de daxwaza xwe ya yekitiyê tîne ziman. Têkildarî mijarê welatiyên Germiyanê ji Rojnewsê bi Hawrê Kirêkar re axivîn.

Ji welatiyan Tiwana Hesen da zanîn ku ew avakirina yekitiya neteweyî ya gelê kurd girîng dibîne û wiha got: “Li gor min êdî nabe ku kurd parçe parçe bin. Pêwîst e hemû aliyên kurd dest ji berjewendiyên xwe yên hizbî berdin û di sala nû de avakirina yekitiya neteweyî ya kurd deynin pêşiya hemû xeman. Divê hêzên kurdî li xak û gelê xwe yê di bin dagirkeriyê de bifikirin.”

‘Divê dev ji berjewendiyên partîtiyê berdin’

Welatiyê bi navê Hêmin Mihemed jî destnîşan kir ku kurd tenê bi yekitiya neteweyî dikarin li hemberî êrîşên leşkerî û çandî derkevin û wiha domand: “Girîng e ku gelê kurd li her çar parçeyên Kurdistanê sala nû veguherîne sala avakirina yekitiya neteweyî. Heta niha jî hizbên siyasî yên li başûrê Kurdistanê negihiştine asta hêvî û armancên gelê kurd. Ji ber gelê kurd li başûrê Kurdistanê û parçeyên din ji bo rizgariya ji bin dîktatoriya dewleta tirk û Îranê daxwaza yekgirtina her çar parçeyan dike.” GERMIYAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar