Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cumartesi - 7 Haziran 2025

Bîlançoya êrîşên li ser Efrîn û Şehbayê hat aşkerakirin

Artêşa tirk a dagirker bi 795 topên hawan, obîs û tankê 27 gund û deverên li kantonên Şehbayê û Efrîna dagirkirî topbaran kirin

Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê di 24 saetên dawîn de gundên navçeyên Şera û Şêrawa yên kantona Efrînê ya dagirkirî û kantona Şehbayê ku koçberên Efrînê lê dimînin bi dijwarî topbaran kirin.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, artêşa tirk a dagirker li kantona Şehbayê 12 gund û dever topbaran kirin. Cihên hatine topbarankirin ev in;

Navenda navçeya Til Rifet, Zîwan, Semûqa, Balafirgeha Minix, Bêlûniyê, Til Cîcan, Til Enab, Şêx Îsa, Eyn Deqnê, Um Hoş, Nêrebiyê, Ehrez.

Li navçeya Şêrawayê jî 7 gund û dever hatin topbarankirin; Dêr Cimêl, Meyasê, daristana Soxanekê, Soxanekê, Qinêtirê, Bênê, derdora Bênê.

Her wiha 8 gundên navçeya Şera hatin topbarankirin; Malikiyê, Elqemiyê, Tat Maraş, Merenaz, Tinib, Îrşadiyê, depoyên Şewarxa, Keleha Şewarxa.

Li gorî agahiyan, dagirkeriya tirk gund û deverên navborî bi 795 topên hawan, obîs û tankê topbaran kirin. Di encamê de zirarên madî çêbûn.

Topbarana li ser herêmê dewam dike û li asîmanê herêmê tevgera balafirên keşfê yên biçek heye.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar