Piştî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibatê de ji raya giştî re hat parvekirin, PKK’ê agirbest îlan kir. Tevî vê bangê jî ku li cîhanê deng veda, ji aliyê desthilatê ve gav nehatine avêtin û ev rastî nerazîbûnan tê.
Di derbeya leşkerî ya 1980’an de Eşref Anyik, Mahmut Zengin, Necmî Oner û Ferhat Kurtay li Girtîgeha Amedê li dijî êşkence û pêkanînên dijmirovahî bedena xwe dan ber agir. Ev navên ku di girtîgehê de pêşengiya berxwedanê kirin bi navê “Çar” ketin nava rûpelên dîrokê.
Birayê Ferhat Kurtay Mehmet Ferît Kurtay ku wê demê bi Ferhat Kurtay re di girtîgehê de bû, der barê bûyer û pêvajoya wê demê de axivî. Kurtay diyar kir ku dema birayê wî Ferhat Kurtay çalakiya xwe li dar xistiye, ew bi xwe di hucreya 31’emîn a ku kadroyên pêşeng ên PKK’ê lê dihatin girtin de bû. Ferît Kurtay wiha qala wê demê kir: “Dema ku Ferhat (Kurtay), Mazlum (Dogan), Hayrî (Durmuş), Kemal (Pîr) çalakiyên xwe pêk anîn, gotin, ‘Bila gelê me û zarokên me azad bijîn.’ Ji bo ku zarokên Kurd azad bijîn ev çalakî li dar xistin. Armanca wan azadî û wekehevî bû. Dixwestin Kurd bi aramî, aştî û azad bijîn. Ji bo Kurd bên naskirin, çalakiya xwe kirin. Jixwe Kurd ti carî dest ji vê xakê bernedane û li vir bûne. 100 sal in gelek tişt guherîn. Lê piştî vê saetê jî divê êdî xwîn nerije. Lewma em aştî û wekheviyeke mayinde û pêvajoyeke ku Kurd xwe tê de dibînin dixwazin. Em dixwazin ev şer bi dawî bibe.”
Kurtay da zanîn ku ew bi hemû hêza xwe piştgiriyê didin banga Rêber Apo û wiha domand: “Dewlet gavan navêje jî, em ê ji vê asta ku gihîştine paşde gav navêjin.” Kurtay hestên ku di roja xwendina banga Rêber Apo wiha anî ziman: “Min ji xwe re fikirî ku di salên 1983, 1993 û 2015’an de pêkan bû ku pêvajo bigihêje vê qonaxê. Lê belê ji ber kesên şerxwaz pêk nehat. Lê vê carê hêviya me heye. Di vê pêvajoyê de çi bikeve ser milê me em ê bikin. A rast tu hêviyek me ji dewletê tune ye. Ger em tişta dikeve ser milê me bikin, wê dewlet mecbûr bimîne gavê bavêje.”
Kurtay bi bîr xist ku rojeva Tirkiyeyê ya niha banga Rêber Apo ye û got ku desthilat bi operasyonên li dijî CHP’ê hewl dide rojevê berovajî bike û wiha bi dawî kir: “Tişta ku divê li dijî vê bê kirin ew e ku zêdetir piştgirî bidin bangê. Dema ku ev bang bê destekkirin û ev piştgirî mezin bibe, neçar e ku dewlet gavan biavêje. Dema ku em çi hewce be bikin dê dewlet jî bike. Beriya her tiştî girtiyên nexweş hene. Divê serbest bên berdan. Divê hemû girtî serbest bên berdan.”