Şaredariyên DEM Partiyên yên bi dengekek bilind hatine qezenckirin ji hêla desthilata faşîst a AKP-MHP’ê tên dagirkirin. Desthilata faşîst Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdîn û şaredariyên Colemêrg, Êlih, Dêrsim, Xelfetî, Pulur, Miks û Esenyûrtê bi darneya qeyûman dagirkir. Bi dagirkirinê re hevşaredaran an digirin an jî cezayê hefsa malê didin wan. Jivan yek jê hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan e. Hevşaredar Bîrsen Orhan ji ber darbeya qeyûma şermezar kir hat binçavkirin û cezayê hefsa malê danê.
Hevşaredar Bîrsen Orhan a ku li mala xwe ya Pêrtagê bi kelemçeya elektronîk a li lingê wê hatiye xistin di hepsa malê de ye, diyar kir ku bi hepsa malê aramnac hem çavtirsandina wan hem jî qutkirina pêwendiya wan û gel e. Bîrsen Orhanê diyar kir ku piştî hilbijartinên 31’ê Aaarê tayînkirina qeyûman anîne rojevê. Bîrsen Orhanê destnîşan kir ku di 20’ê mijdarê de li Dêrsimê liv û tevgereke neasayî dest pê kiriye û tedbîrên ewlehiyê yên di doza Hevşaredarê Dêrsimê yê ji wezîfeyê hat girtin Cevdet Konak û Hevşaredarê Pulurê Mustafa Sarigul de hatin girtin, wekî nîşaneya tayinkirina qeyûm xwe dane der. Bîrsen Orhanê got: “Lê belê wê rojê bi piştgiriya xurt a gel ev pêvajo hinekî din hat taloqkirin. Di 22’yê Mijdarê de ji nişka ve di çarçoveya dorpêçê de em hatin dorpêçkirin. Bi darê zorê em ji qadê derxistin. Wê demê ji hat xwestin ku ez bêm binçavkirin û ez birîndar kirim. Telefonên hevalên me yên jin ên tiştên qewimîn qeydkirin hatin şikandin. Tahde li wan jî hat kirin.”
Bîrsen Orhan bi bîr xist ku roja qeyûm tayinî şûna wê hatiye kirin der barê wê de biryara binçavkirinê hatiye dayîn û ji ber bertekên gel nehatiye binçavkirin û wiha got: “Dema ku min eşyayên xwe ji malê dibirin em hatin dorpêçkirin. Ez wiha fikirîm ku provakasyonek be jî. Lê gelê Dêrsimê li wir jî bertek nîşan da û roja din di encama muzakereya wekîlên me de îfadeya min hat girtin. Duh dema îfadeyê de hema bêje êşkenceya derûnî kirin. Ciwanên hatin binçavkirin, berê wan dan dîwaran. Dîsa li holê biryareke dadgehê tune bû.”
Di domandina axaftina xwe de Bîrsen Orhan diyar kir ku danê sibehê berî ku ji bo îfadeyê biçe midûriyeta polîsan di gelek nûçeyan de girtina wê hatiye serwîskirin. Bîrsen Orhanê destnîşan kir ku cezayê hepsa malê yê lê hatiye birîn êrişa li rûmeta mirovahiyê ye û got: “Mesela nîvê şevê li te digerin û dibêjin ‘sinyal nakişîne.'”
Bîrsen Orhan destnîşan kir ku li pişt gotinên xwe ye û got ku wê heqîqetê bilêv kiriye. Bîrsen Orhanê bilêv kir ku çi dibe bila bibe wê paş d egav neavêjie û got: “Her çend me di malan de bihêlin, me bişînin zindanan, me dîl bigirin, me bişînin sirgûnê jî, her der qada berxwedan û têkoşînê ye.”