Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Cumartesi - 15 Şubat 2025

Biryara beraetkirina komkujer Eşref Hatîpoglu ‘li gorî hiqûqê’ hate dîtin

Dadgeha Cezayên Giran a Îzmîrê der barê Albay Eşref Hatîpoglu ku ji şewitandina Licê, qetilkirina 16 sivîlan, kuştina leşkerekî û birîndarkirina 36 kesan dihat darizandin biryara beraetê dabû. 1’emîn Dadgeha Îstînafê ya Daîreya Dadgeha Edliyeya Herêma Îzmîrê jî biryar ‘li gorî hiqûqê’ dît

Di 22’yê cotmeha sala 1993’yan de li Licê 16 sivîl, leşkerek û Fermandarê Cendirmeyan ê Herêmê Bahtiyar Aydin hatibûn kuştin û ji kuştina wan jî Fermandarê Alaya Cendirmeyan a Amedê serheng Eşref Hatîpoglu berpirsyar dihat dîtin. Dadgehê der barê doza Hatîpoglu de biryara beraetê dabû. Li ser vê yekê parêzeran îtîrazî Dadgeha Îstînafê kir. Dadgeha Îstînafê jî têkildarî dozê biryara xwe da.

1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Îzmîrê diyar kiribû ku bûyer ne yek alî ye û aliyê wê ne tenê leşkere. Dadgehê biryar dabû ku şer derketiye û îdia kiribû ku îdiayên der barê Albay Eşref Hatîpoglu de şênber nînin. Dadgeha Cezayên Giran a Îzmîrê der barê Hatîpoglu de biryara beraatê dabû. Li ser vê biryarê 1’emîn Dadgeha Îstînafê ya Daîreya Dadgeha Edliyeya Herêma Îzmîrê jî heman biryar da û biryara dadgeha herêmî li gorî hiqûqê dît.

Di 22’yê cotmeha sala 1993’yan de leşkerên Fermandariya Cendirmeyan bi ser navçeya Licê de girtibû û navçe şewitandibûn. Di bûyerê de Fermandarê Cendirmeyan ê Heremê Tuggeneral Bahtiyar Aydin hatibû kuştin. Piştre leşkeran navçe şewitand, 16 sivîl qetil kirin, leşkerek kuşt û 36 kes jî birîndar kiribûn. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar