Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cumartesi - 7 Haziran 2025

Biryara ‘veşarî’ danîn ser lêpirsîna Harûn Elbak

Biryara “veşarî” danîn ser dosyeya lêpirsîna endamê HPG’ê Selîm Adiyaman ê ku li Hezexê ji 27’ê adarê ve di binçavan de tê ragirtin û bi mauameleya xerab re rûbirû maye.

Endamê HPG’ê Selîm Adiyaman (Harûn Elbak) li herêma Zergûza Banê ya bi ser navçeya Hezexa Şirnexê ve ji aliyê komek sivîl ve ku wek cerdevan û nokeran tên xuyakirin, hat dorpêçkirin û tundiyê lêkirin. Dîmenê van nokeran ku neheqiyê û heqaretê li Adiyaman dikin li ser tora civakî dengvedanek mezin li pey xwe anî. Ev noker ango xiyanetkar Adiyaman radestî leşkeriyan dikin û di 27’ê adarê de radestî leşkeriyê tê kirin û ji wê rojê ve li Serfermandaariya Cendirmeyan a Şirnexê tê ragirtin û muameleya xerab lê tê kirin.

Li gorî agahiyên hatin bi destxistin Adiyaman ê bi muameleya xerab re rûbirû maye, leşkeran ji bo wî tu parêzer ji baroyê daxwaz nekiriye û tenê agahî dane malbatê. Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê jî biryara “veşarî” danî ser dosyeya lêpirsîna derbarê Adiyaman de.

Li aliyê din hat zanîn ku malên wan kesên Adiyaman radestî leşkeran kirine ji aliyê leşkeran ve hatine dorpêçkirin. Leşker ketine pey kesê ku dîmen kişandiye û belav kiriye. Li herêma Zergûza gelek kes bê qeyd hatine binçavkirin û gef li keyayan û gundiyan hat xwarin. A.G. bi hêceta ku dîmen kişandine hatiye binçavkirin û piştî parêzer dikevin navberê û hatiye berdan.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar