Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 9 Haziran 2025

Blînken mijara Tirkiyeyê de pêkanînan binirxînin

Wezîrê Karên Derve yê Nû yê DYA'yê Antony Blînken ku wê îro dest bi wezîfeyê bike, diyar kir ku wê kirîna sîstema parastina hewayî ya S-400 a Rûsyayê ji aliyê Tirkiyeyê ve qebûl nekin û pêkanînan binirxînin

Navenda Nûçeyan

Wezîrê Karên Derve yê Serokê DYA’yê Joe Bîden Blînken beriya dest bi wezîfeyê bike agahî da Senatoyê û di mijara Tirkiyeyê de helwesta xwe ya rexnekirinê ya beriya niha dubare kir.

Blînken di mijara Tirkiyeyê de bi giranî bal kişand ser kirîna sîstema parastina hewayî ya S-400’î û got, “Ev partnerê me ku weke stratejîk tê pênasekirin, niha bi hevrikê me yê herî stratejîk Rûsyayê re li ser heman xetê ye ku ev yek nayê qebûlkirin.”

Antony Blînken pêkanînên ku Donald Trûmp di 14’ê kanûnê de ji ber S-400’î danî ser Enqereyê nirxand û anî ziman, piştî ku dîtin pêkanînên heyî ‘xwedî bandor e’ wê biryarê li ser bidin ku pêkanînên nû pêwîste yan na.

Donald Trûmp ku bi salan li pêşberî polîtîkayên rejîma AKP-MHP’ê bêdeng mabû, meha derbasbûyî bi hinceta ku sîstema parastina hewayî S-400 ji Rûsyayê kiriye, di çarçoveya qanûna CAATSA de biryara pêkanînên li dijî Tirkiyeyê dabû. Pêkanîn jî li dijî Serokatiya Pîşesaziya Parastinê ya Serokkomariya tirk û serokê vê saziyê Îsmet Demîr û sê rayedarên payebilind bû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar