Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan di mîtînga partiya xwe ya Çewlîgê de axivî û diyar kir ku dê roja 31’ê adarê ji bo Çewlîgê bibe roja dîrokî û yên polîtîkayên qirêj ji bo çewlîgiyan rewa dibînin dê dersên xwe bigirin
Di çarçoveya xebatên hilbijartinê de hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan û heyeta pêre li Çewlîgê beşdarî mîtînga hilbijartinê bûn. Beriya mîtîngê Buldan û heyeta pêre di têketina navçeya Dara Hênê de hatin pêşwazîkirin. Buldan û heyeta pêre di otobusa hilbijartinê de li Dara Hênê gel silav kirin û pişt re derbasî qada mîtîngê ya li ber Durêyana PTT’ê ya li navenda Çewlîgê bûn.
Beriya mîtîng pêk were bi hezaran welatî li qadê kom bûn û li qadê govend gerandin. Welatiyan bênavber dirûşmên ‘Bijî berxwedana zindanan’ û ‘Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin’ berz kirin. Paralmenterê HDP’ê yê Çewlîgê Erdal Aydemîr, Namzetên Hevşaredariya Çewlîgê Hişyar Ozsoy û Senem Çakas û namzetên hevşaredariyan ên navçeyan beşdarî mîtîngê bûn û derketin ser dikê gel silav kirin û kurte axaftin kirin.
Divê gel xwedî li dengê xwe derkeve
Namzet Senem Çakas diyar kir ku dê di 31’ê adarê de li Çewlîgê roj hil bibe û careke din destûrê nedin ku roj biçe ava.
Namzet Hişyar Ozsoy jî ev tişt anî ziman: “Heke gelê Çewlîgê riza nîşanî me bide em ê gelê xwe mehçûp nekin û em vê sozê didin gelê xwe. Em tev bi hev re biçin ser sindoqan û xwedî li dengên xwe derkevin.”
Di mîtîngê de peyamên hevserokê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş û parlamenterê HDP’ê yê berê Îdrîs Baluken ên girtî hatin xwendin.
Piştî xwendina peyaman hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan derket ser dikê û gel silav kir.
Bi şev û roj êrîşî HDP dikin
Buldan di axaftina xwe de diyar kir ku dê roja 31’ê adarê ji bo Çewlîgê bibe roja dîrokî û wiha got: “Em dizanin gelê me yê Çewlîgê bi çi zehmetiyan re rû bi rû ye. Şaredariya vir bi salan AKP’ê bi dest xist. Em lê dinêhirin AKP kevir daniyeye ser kevir. Hemû rê û kolan herî ne. Nirxa ku didin gelê me ewqas e. Wezîrek ji vir lê tenê ji bo xwe dixebite. Li Çewlîgê jî wek bajarên din sewalkarî û çandiniyê qedandin. Li Çewlîgê her ku diçe gel xizan dibe û esnaf deyndar dibin. Yên ku vê polîtîkayê ji bo gelê Çewlîgê rewa dibînin dê di 31’ê adarê de dersa xwe bigirin.”
Buldan destnîşan kir k udi bîr û baweriya wan de tu carî cudakarî û derew tuneye lê kar û barê AKP ew e bi şev û roj derewan dike û êrîşî HDP’ê dikin û wiha domand: “Serokkomerek kîndar û xwedî bi gotinên nefret heye, heta êvarê me tehdît dike û gotinan ji me re dibêje. Lê dê hewldanên wî bi ser nekevin.”
‘Li mîtîngê şîrîkên xwe Agar û Çîller dan kêleka xwe’
Di berdewamê de Buldan bal kişand ser mîtînga Yenîkapiya Stenbolê ku tifaqa Cumhur pêk anîbû û wiha pêde çû: “Me di mîtînga wan de dît ku kî dane kêleka xwe. Duh li Yenîkapiyê şîrîkê xwe Agar û Çîller jî hilda kêleka xwe û derket ser dikê. Nexwê tifaqa we tifaqa Susurluk û Torosên Spî ye. Ew kesên duh we wan derxist pêş em dîroka wan a derbasbûyî baş nas dikin û dizanin. Em serdema Agar û Çîller baş dizanin. Ger we hemûyan wisa hez dikir lê çima we wan nekir namzetên xwe. We yek li Enqereyê yek jî li Stenbolê bikira namzetên xwe. Wê demê dê dersa we bihata dayîn. Em dibînin ku tifaqa wan deriziye. Qet meraq nekin piştî hilbijartinê wê tifaqa wan wisa ji hev belav bibe dê tîpa wê ya ‘î’ nemîne. Wê bibin wek noka li tatê ketî. Li dijî van hemû kirinên AKP’ê û faşîzma wan em hêvîdar in dê gelê me yê Çewlîgê tercîha xwe ya 31’ê Adarê rast bikar bîne.”
‘Dê wezaret kengî mirinan bibîne’
Her wiha Buldan bal kişand ser berxwedan Leyla Guven ku ev 138 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Berxwedana Leyla Guven û bi hezaran girtî dewam dike. Daxwaza wan daxwazek rewa ye. Li zindanan însan jiyana xwe ji dest didin. Baş e wê Wezareta Dadê keng^, van mirinan bibîne? Wê kengî fêm bikin ku berpirsê van mirinan ew in? Em carek din bang li Wezareta Dadê dikin. Divê demildest tecrîdê rakin û Leyla Guven û hevalên xwe bijîn.” ÇEWLÎG