Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Buldan: Taliya talî ev welat dê vegere mutabakata Dolmabahçeyê

Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldtan, têkildarî salvegera Mutabakata Dolmabahçe daxuyanî da. Buldan diyar kir ku mutabakata Dolmabahçe hêz û heviyek mezin dabû gelan û wiha got: “Taliya talî ev welat, ev civak, ev dewlet û ev parlemento dê li naveroka mulakata Dolmabahçe vegere.”

Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan, bi minasebeta salvegerea Protokola Dolmabahçe ya 28’ê Sibata 2015’an ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nivîsî bû û di navbera heyeta Îmraliyê û rayedarên hikûmetê de hat îmzekirin, daxuyani da. Buldan di daxuyaniya nivîskî de diyar kir ku Mutabakata Dolmabahçe ji bo avakirina welatekî demokratik, pêşxistina aştiyek mayinde bû û wiha got: “Vê mutabakatê hêz û hêviyek mezin da civakê. Mutabakat, di 28’e Sibata 2015’an de di navbera heyeta Îmraliyê ku ez jî di navde û aliyê hikûmet û dewletê jî di navde pêk hatibû. Li ser plana çareseriya demokratîk û aştiyê hatibû avakirin. Li gorî 10 xalên mutabakatê pênaseya siyaseta demokratîk dihat kirin. Milê herêmî û neteweyî yê çareseriya demokratik, li gorî feraseta komara demokratik û neteweya hevpar pîvanên demokratîk a gelan  hatibû avakirin. Ji pergala demokratîk a qanûna esasî heta jiyanek demokratîk a bi bingeha her qadê îfade dikir.”

Erdogan maseya çareseriyê qulipand

Buldan, di daxuyaniyê de bal kişand ser roja ku mutabakat hat aşkerekirin û daxuyaniyên Recep Tayyîp Erdogan û wiha bi dawî kir: “Roja ku mutabakata Dolmabahçe hat aşkerekirin, Serokomar Erdogan, got ‘Ev bangek ku bi hesret em li benda wê bûn’. Lê Erdogan  û hevkarên wî yên kûr piştre gotinên xwe guhertin. Erdogan, di 24’ê nîsana 2015’an de got ‘Mutabakata Çi? Mutabakatek wisa tune ye? û bi awayekî fermî ev pêvajo xelas kir. Maseya çareseriyê xelas kir. Piştî vê pêvajoyê nirxên demokratîk yek bi yek xera kirin û li şûna wê tecrîd xistin meriyetê. Li Îmraliyê li dijî hiqûq û mirovahiyê tecrîd heye. Qeyûm tayînî 96 şaredariyên me kirin.”

Buldan diyar kir ku mutabakata Dolmabahçe hêz û heviyek mezin dabû gelan û wiha got: “Taliya talî ev welat, ev civak, ev dewlet û ev parlemento dê li naveroka mulakata Dolmabahçe vegere.”ENQER

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar