Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 9 Haziran 2025

Caferî: Êrîşkariya Tirkiyeyê bû sedema mirin û koçberiyê

Nûnerê Daîmî yê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê Beşar Caferî, di rûniştina KENY’yê ya bi mijarê Sûriyeyê de diyar kir ku hincetên Tirkiyeyê yên ji bô êrîşa li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derew in û ev tişt got: “Êrîşkariya Tirkiyeyê bû sedema dagirkirina Sûriyeyê, mirin û birîndariya bi sedan sûriyeyiyan û koçberbûna girseyan.”

Nûnerê Daîmî yê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê Beşar Caferî, di civîna duh a Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ya bi mijara Sûriyeyê de bertek nîşanî êrîşkariya Tirkiyeyê da. Caferî, diyar kir ku hikûmeta Sûriyeyê êrîşkariya tirk di asta herî bilind de şermezar kiriye û hincetên êrîşên rejîma tirk red kiriye. Caferî destnîşan kir ku Tirkiyeyê hiqûqa navneteweyî Peymana NY’yê û biryarên NY’yê bin pê kiriye û hemû hincetên ku ji bo êrîşê derpêş dike jî derew in û wiha got: “Êrîşkariya Tirkiyeyê bû sedema dagirkirina Sûriyeyê, mirin û birîndariya bi sedan sûriyeyiyan û koçberbûna girseyan.”

Rûsya: Em piştgirî didin diyaloga di navbera kurdan û Sûriyeyê 

Nûnerê Daîmî yê Neteweyên Yekbûyî yê Rûsyayê Vasîliy Nebenzya jî di civînê de têkildarî lihevkirina Soçiyê ya di navbera wan û Tirkiyeyê de axivî û ev tişt got: “Lihevkirina Soçiyê ‘ji bo aramiya Sûriyeyê di giringiya nifteyê de ye’. Em piştgiriya diyaloga mijarên lezgîn ên di navbera Sûriye û kurdan de bikin.”

Amerîka: Tirkiye berpirsê sûcên şer

Nûnerê Daîmî yê Neteweyên Yekbûyî yê Amerîkayê Michael Barkin jî diyar kir ku ji ber agirbestê ew kêfxweş e û got ku heke sûcên şer ên hêzên paramîlîter ên Tirkiyeyê bên tespîtkirin dê Tirkiye ji vê yekê berpirsyar bê girtin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar