Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 8 Haziran 2025

Çalakiya li Sêmalkayê bi dawî bû

Meclisa Malbatên Şehîdan ragihand ku çalakiya li Sêmalkayê bi dawî bû û dê çalakiya xwe li deverên din berdewam bikin

Meclisa Malbatên Şehîdan îro ragihand ku çalakiya xwe ya li Sêmalkayê bi dawî kirine û dê çalakiyê li deverên din li dar bixin.

Meclisa Malbatên Şehîdan di 5’ê cotmeha 2021’an de bi armanca wergirtina cenazeyên şehîdên kemîna Xelîfanê çalakiya konvedanê li deriyê sînor ê Sêmalkayê dabû destpêkirin.

Îro bi sedan şêniyên navçeyên Dêrik, Girkê Legê, Çilaxa, Til Koçer û Tirbespiyê serdana çalakiyê kir.

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê Îhsan Şiblî daxuyanî da û ev tişt parve kir:

“Ji 4 mehan ve, me çalakiya xwe li dar xistiye. Tevî bangewaziyên aştiyane lê rayedarên PDK’ê daxwazên me bê bersiv hiştin. Çalakiya me aştiyana û mirovî ye. Ji mafê dayikan e ku cenazeyên şehîdên xwe hildin. Heta ku ev armanc pêk were, em ê çalakiya xwe û berxwedana xwe berdewam bikin. Çalakiya li Sêmalkayê bi dawî bû lê em ê li deverên cuda bi rêyên aştiyane çalakiya xwe berdewam bikin. Em spasiya hemû welatî û saziyan dikin ku piştgiriya daxwazên me kirin.”

Her wiha di dawiya çalakiyê de berxwedana HSD’ê hat silavkirin. QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar