Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cumartesi - 1 Kasım 2025

Çalakiya sekvaniyê: Dagirkerek hat kuştin

Hêzên gerîla li Girê Koordîne yê Metînayê li dagirkeran dan. Di encama çalakiyeke sekvaniyê de leşkerek hat kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ya  têkildarî çalakiyên gerîlayan daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de li herêma Metînayê;

19’ê hezîranê saet di 19:30’î de li dijî dagirkerên li ser Girê Koordîneyê bi rêbaza sekvaniyê çalakiyek hate lidarxistin. Di vê çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin. Dagirkeran cenazeyê leşkerê ku hate cezakirin saet di 20:30’î de bi helîkoptera Skorsky ji herêmê bir.

19’ê hezîranê saet di navbear 21:00-00:00 de helîkopter li ser herêma Metînayê geriyan. Dagirkeran leşkerên xwe yên li nêzî gundê êzidî 2 caran bi helîkopteran guhertin. Her wiha qadên Kêste û Zendûrayê bi helîkopterên êrîşê bombe kirin.

Bi balafirên şer û helîkopteran êrîş li ser herêmên Avaşîn û Zapê hate kirin.

Agahiyên berfireh ên li ser van êrîşan wiha ne:

18’ê hezîranê saet di 10:00 û 00:00 de balafirên şer qada Werxelê ya herêma Avaşînê bi balafirên şer bombe kirin. 19’ê hezîranê saet di navbera 02:00-02:30’î de heman qad bi helîkopterên êrîşê hate bombekirin. Di heman demê de drone li ser qadê geriyan.

19’ê hezîranê saet di 22:15’an bi piştgiriya helîkopterên êrîşê dagirkeran hewl dan bi helîkopterên Skorsky dagirkeran li qada Girê Silêman a herêma Avaşînê deyne. Lê belê bi destwerdana hêzên me re neçar man ku ji herêmê biçin. Heman rojê saet di navbera 23:00-23:40’î de qada Girê Sor bi helîkopterên êrîşê hate bombekirin.

19’ê hezîranê saet di 00:50’î de qada Werxelê ya herêma Avaşînê 4 caran bi balafirên şer hate bombekirin.

19’ê hezîranê saet di navbera 22:30-00:00 de li qadên Tîpa T û Cîlo yê Biçûk ên herêma Zapê, helîkopter geriyan. Dagirkerên li Girê Şehîd Serxwebûn bi helîkopteran hate guhertin. Di heman demê de qada Tîpa T bi helîkopterên êrîşê hate bombekirin. Di encama vê bombardûmanê de şewat bi qadê ket.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar