Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cumartesi - 7 Haziran 2025

Çalakiyên HPG’ê yên ji bo Hefteya Lehengiyê

HPG’ê ragihand ku bi wesîleya Hefteya Lehengiyê li Kela Bedewê ya Zapê li dagirkeran xistine û di encamê de herî kêm dagirkerek hatiye kuştin, çeperek jî hatiye rûxandin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

*26’ê adarê saet di 13:00 de hêzên me bi çekên giran li dagirkerên li Kela Bêdewê xistin. Hedefên ku hatin diyarkirin bi rengekî serketî li wan hat xistin.

*27’ê adarê saet di 17:30’î de hêzên me li çeperên dagirkeran ên li Kela Bedewê xistin. Di vê çalakiyê de dagirkerek hat cezakirin, çeperek jî hate îmhakirin.

*Ev herdu çalakî di şexsê şehîdên nemir ên Hefteya Lehengiyê yên 21-28’ê Adarê Egît (Mahsûm Korkmaz) û Mazlûm Dogan de ji bo bîranîna lehengên nemir ên Kurdistanê hatine lidarxistin.

*26’ê adarê saet di navbera 07:45-10:10 de derdora Girê Hakkarî yê li herêma Metînayê 2 caran bi balafirên şer hat bombekirin.

*26’ê adarê saet di 10:00 de qada Şikefta Birîndaran a herêma Zapê bi balafirên şer hat bombekirin.

*26’ê adarê saet di 10:20’î de derdora Çemê Lolanê yê li herêma Xakurkê 2 caran bi balafirên şer hat bombekirin.

*27’ê adarê saet di 19:40’î de qada Kûnişka ya herêma Zapê, saet di 21:05 de jî qada Girê Ortê yê herêma Metînayê bi balafirên şer hat bombekirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar