Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Salı - 10 Haziran 2025

Çalakvanên Mexmûrê: Ji bo azadiyê topyekûn berxwedan

Çalakiya greva biçîbûnê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Mexmûrê hatiye destpêkirin di roja 117’an de ye. Çalakvanên grevê ji bo azadiya Ocalan banga berxwedana topyekûn kirin

Çalakiya greva birçîbûnê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûrê) bi pêşengtiya jinan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 18’ê Kanûna 2020’î de hatibû destpêkirin, di roja 117’an de bi biryardarî didome.

Di vê çarçoveyê de çalakiya ku her du rojan tê dewirkirin, îro koma çapemeniya azad a Mexmûrê dewir girt.

Çalakiya dewirgirtinê bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Di çalakiyê de serketin ji koma 59’an re hat xwestin û hat diyarkirin ku dikevin meha Remezanê û hêvî dikin ku ev meh bibe wesîleya azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya gelê kurd.

Piştre jî li ser navê komê Firat Bozan axivî û bal kişand ser polîtîkayên înkar û îmhayê yên dewleta tirk û pêngava KCK/KJK’ê ya ‘Dem Dema Azadiyê ye’ ya li dijî van plan û qirkirinê hatiye ragihandin û ev tişt anî ziman: “Di çarçoveya vê yekê de hem gerîla û hem jî gel ketiye pêngaveke topyekûn a berxwedanê. Gerîla li Heftanîn û Garê dagiker tarûmar kirin. Li aliyê din gel jî di çalakiyên 8’ê Adarê û Newrozê de bi coş û girseyî daketin qadan hemû polîtîkayên dijmin vala derxistin. Li zindanan jî bi ruhê Mazlûman, Kemalan çok li şefê faşîst Erdogan şikandin.”

Bozan bang li gel kir ku ji bo azadiya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan bê mîsogerkirin divê li hemû qadan bi girseyî û topyekûn dakeve qadan û hemû plan û polîtîkayên dagikeran têk bibin û wiha got: “Heta em Rêberê xwe azad nekin, dev ji têkoşînê bernadin. Jiyaneke bê Serok Apo em ê qebûl nekin.”

Merasîma dewrgirtinê bi dirûşmên ‘Bê Serok Jiyan Nabe’, ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bijî Berxwedana Zindanan’ bi dawî bû. MEXMÛR 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar