Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 20 Nisan 2025

Çapemeniya cîhanê dagirkirina şaredariyan çawa dît?

Dagirkirina şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê li nava raya giştî ya navneteweyî deng veda. Çapameniya cîhanê ragihandin ku polîtîkayên qeyûman dewam dikin.

Desthilata faşîst a AKP-MHP’ê şaredariyên gel Bajarê Mezin a Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê dagir kir. Li dijî dagirkirinê çalakî hatin destpêkirin. Çapemeniya cîhanê nûçeyên li ser dagirkirina şaredariyan weşandin.

Ajansa Nûçeyan a Reutersê di nûçeya xwe de ya bi sernavê “Tirkiyeyê piştî pêşniyara aştiyê Şaredarên kurd ji wezîfeyê girt” hate weşandin, bi bîr xist ku desteserkirina îradeyê piştî daxuyaniyên şefê MHP’ê Devlet Bahçelî hat kirin.

Ajansê di nûçeya xwe de ragihand ku Hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş jî di nav de siyasetmedarên kurd beriya 8 salan di heman demê de hatin girtin.

Associated Pressê jî di nûçeya xwe de ya bi sernavê “Tirkiyeyê 3 şaredarên alîgirê kurd ên hatin hilbijartin ji wezîfeyê girt û li şûna wan rayedarên dewletê tayîn kir” hate weşandin, diyar kir ku bûyer nîşan didin, wê şefê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan li hemberî muxalefetê polîtîkayeke tund bimeşîne.

AP’ê di nûçeya xwe de her wiha destnîşan kir ku bûyerên diqewimin di mijara hewldaneke nû ya aştiyê de ya ji bo bidawîkirina şerê 40 salan dibe sedema pirsan.

France24 jî bûyer bi sernavê “Tirkiyeyê 3 şaredarên li Başûrrojhilat ji wezîfeyê girt ku piraniya herêmê ji Kurdan pêk tê” qala desteserkirina şaredariyan kir. Di nûçeyê de hate ragihandin ku Tirkiye polîtîkaya qeyûm dewam dike û beriy aniha bi 6 mehan jî li Colemêrgê îrade hate desteserkirin. Qenalê di nûçeya xwe de bal kişand ser nerazîbûnên ji DEM Partî û CHP’ê hate nîşandan.

Ajansa nûçeyan a fermî ya Çînê Xinhuayê zimanekî weke ya çapemeniya nêzî AKP-MHP’ê bi kar anî û di nûçeya xwe de sûcdariyên ‘terorê’ yên têkildarî şaredaran da pêş.

Al-Monitor jî bûyer bi sernavê “Di demekê de ku hewl tê dayîn lihevkirin bi PKK’ê re çêbibe 3 şaredarên kurd ên li Tirkiyeyê ji wezîfeyê hatin dûrxistin” gihand aboneyên xwe.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar