Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li pergala qirkirin û êşkenceyê ya Îmraliyê di bin tecrîdê de tê girtin. Tevî vê jî tenê Rêber Apo dikare hemû pirsgirêkan çareser bike. Hevserokê Giştî yê Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD) Zeynel Kete geşedanên li Sûriyeyê û gengeşeyên li ser çareseriya pirsgirêka kurd tên meşandin nirxand. Ket got ku hêzên cîhanî dixwazin bi çêkirina rêyên nû yên enerjî û bazirganiyê Rojhilata Navînê ji nû ve biguherînin.
Kete diyar kir ku hêzên bi pêşengiya DYA û Îngilistanê di vê pêvajoya dîzaynê de cih girtine û destnîşan kir ku pêşketinên li Sûriyeyê ji vê rewşê ne serbixwe ne. Kete Heyet Tehrîr el-Şam, ya ku rejîma Esed di Mijdarê de hilweşand, wekî “qeyûmeke navdewletî” bi nav kir û got ku piştî Sûriyeyê, dê dor bê Îranê. Kete got: “Ev rewş wê bandorê li Îranê jî bike, ev rastiyek e. Di vê xeta em behs dikin de wê hemû netewe dewlet ji aliyê hêzên navneteweyî ve bi awayekî cidî bên parçekirin û bi vî rengî wê bikevin bin kontrolê. Gelo wê Tirkiye ji vê pêvajoyê bandor bibe? Belê, dê Tirkiye jî bandorê ji vê pêvajoyê bigire.”
Kete da zanîn ku heta ku Tirkiye gavên demokratîk ku kurd û elewî wekî hevwelatiyên azad û wekhev bên dîtin neavêje, dibîne ku wê dor bê wê û got: “Ji ber vê sedemê li Îmraliyê hevdîtin hatin destpêkirin.” Kete diyar kir ku divê daxuyaniyên Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî di konjuktura navneteweyî de bên nirxandin û got: “Bi çi armancê hatibe gotin, di diyarkirina muxatabê axaftinê de axaftineke girîng bû. Muxatabê vê pirsgirêkê birêz Abdullah Ocalan e û çareserî bi Abdullah Ocalan pêkan e.”
Kete bal kişand ser windahiyên aborî û komkujiyên ku ji ber pevçûnên ku zêdeyî 40 sal in diqewimin û wiha got: “Hêza ku dikare pêşî li krîz û aloziya kûr a ku di Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de bigire Tirkiye hêza aştiyê ye. Ev, aştî ye.”