Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 28 Nisan 2025

Çarşema Sor wê sibê li Şengalê bê pîrozkirin

Bi boneya cejna Çarşema Sor wê sibe bi pêşengiya Navenda Çand û Hunerê ya Şengalê şahiyek bê lidarxistin.

Li gorî baweriya Êzidiyan sibe cejna Çarşema Serê Nîsanê ye, ev tê wateya avabûna gerdûnê. Civaka Êzidî vê rojê bi kêfxweşî pêşwazî dikin û ji bo wan rojên herî bi wate ên salê ne. Bi armanca pîrozkirina Çarşema Nîsanê, wê sibe bi pêşengiya navenda Çand û Hunerê ya Şengalê şahiyek were lidarxistin.

Gorî bernameyê wê sibe li quntara Çiyayê Şengalê, li geliyê Kersê bi amadebûna komên govend û stranan şahî were lidarxistin.

Di şahiyê de wê stranbêj Celo Şengalî, bavê Ferhan, koma dengbêjên Şengalê, hunermend Bager Medî, helbestvan Bêrîvan Heso, ji navenda Çand û Hunerê Hesen Emo û Yaser Şengalî bi berhemên xwe biçin ser dîkê. Herwiha koroya zarokan ya şehîd Zerdeşt jî berhemên xwe pêşkêş bikin.

Gorî agahiyan wê pîrozbahî di saet 13:00’an de bi gotina Qewil û Beytên Êzidiyan destpê bike.

Tê payîn di bernameyê de peyamên Rêveberiya Xweser a Şengalê, sazî û rêxistinên Êzidiyan jî werin xwendin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar