Karker: Bûdçeyê ne ji bo şer lê ji bo karkeran veqetînin
Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) li dijî teklîfa zêdekirina mûçeyan a îktîdarê ku dibêje di 6 mehên ewil ên sala 2024’an de dê ji sedî 14 + di şeş mehên din de ji sedî 9 û di sala 2025’an de jî ji bo 6 mehên ewil ji sedî 6 + ji sedî 5 zem were kirin, li seranserî welêt...
Ji ber operasyonên leşkerî sewalkarî her diçe kêm dibe
Israra AKP'ê ya di polîtîkayên şer de bandorek neyînî li ser jiyana xelkê Colemêrg û navçeyên wê yên li ser xeta sînor a Herêma Kurdistana Federe ku êrîş lê didomin dike. Ji ber hawîrdora şer û pevçûnê gelê herêmê hem pirsgirêka ewlehiya can dijî hem jî hatiye asta ku nikare debara xwe bike. Welatî ji ber operasyonên leşkerî û...
‘AKP bûye temînata xizaniyê’
Piştî ku Bankeya Navendî faîzê 15 puanan zêde kir, kûra dowîzan dîsa zêde bû. Dolar 26 lîreyan û Euro jî 28 lîreyan derbas kir. Aborîzan Mûstafa Altinaş têkildarî kûra dowîzan ku piştî zêdekirina faîzê jî zêde bûye û nebaweriya bi rêveberiya aboriyê axivî.
Altintaş destnîşan kir ku piyase vê nediyariya rêveberiya aboriyê bi awayekî guman pêşwazî dikin û got: "Erdogan...
Ji bo dayîna pereyên cotkaran 8 navend hatine vekirin
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heta niha zêdetirî 400 hezar ton genim ji cotkaran wergirtiye. Xebatên wergirtinê dewam dikin. Rêveberiya Xweser her kîloyeke genim bi 46 sentan diyar kiriye. Desteya Darayî bi hevkariya Nivîsgeha Dayîna Pereyan a Navendî amadekariyên dayîna pereyên cotkaran dike.
Par radestkirina fatoreyên genim bi rêya Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê...
‘Qeyrana aboriyê ya xelayê jî derbas kir’
Li Tirkiyeyê qeyrana aboriyê her ku diçe kûrtir dibe. Piştî hilbijartina 28’ê Gulanê ya serokkomariyê serokê giştî yê AKP’ê Erdogan careke din wek serokkomar hat hilbijartin. Piştî hilbijartinê dolar her roj zêde dibe, qîmeta pereyê Tirkiyeyê jî namîne. Qeyrana ku ev qas kûr bûye herî zêde bandorê li welatiyên xizan dike. Bi taybetî jî desthilata AKP’ê ku ev 22...