Yasaya Rewşa Kesî wê rê li ber tundiya jinan veke
Li Başûrê Kurdistanê her sal tundî û qirkirina li ser jina zêde dibe. Salane rêxistin û saziyên mafê jinan diparêzin daneyên tundiya li ser jinan belav dikin. Mixabin ev çend salin li Başûrê Kurdistanê desthilat rê nadin ku daneyên tundiyê ya li ser jinan bê belavkirin. Ev yek jî bûye sedemê fikarên zêde yên çalakvanên mafê jinan diparêzin û...
Ayten Dêrsîm: Armanca me azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye
Endama Koordînasyona PAJK'ê Ayten Dêrsîm komploya navneteweyî, tecrîda 26 salan û rastiya Rêber Apo ji ANF'ê re nirxand. Xalên sereke ji nirxandina Ayten Dêrsîm bi vî rengî ne:
"Têkoşîna bi rûmet a 26 salan a li Îmraliyê ya Rêberê me û têkoşîna tevgera me, rêveçûna me diyar kir. Lehengiyên mezin, berxwedan û têkoşîna bi heybet a gelê me tecrîd derizand....
Jiyana Pexşan Ezîzî dibin gefa darvekirinê de ye
Rojnamevan û aktîvîsta Kurd Pexşan Ezîzî di 4’ê Tebaxa 2023’yan de li Tehranê hate binçavkirin. Di 11’ê Kanûna 2023’yan de jî bi îdiaya “Li dijî hikûmeta Îranê xebatên çekdarî kiriye” hate girtin. Dadgeha Şoreşê ya Tehranê jî di 23’yê Tîrmeha 2024’an de bi heman îdiayê cezayê darvekirinê da. Konseya Darazê ya Bilind a Îranê jî di 8’ê Çileya 2025’an...
Têkoşîna jinan a li hemberî ‘Yasaya Rewşa Kesane’ bi ser ket
Parlamentoya Iraqê di rûniştina 21’ê Çileya 2025’an de Yasaya Rewşa Kesane, Yasaya Vegerandina Mal û Milk ji Xwediyên Wan yên Resen re û Yasaya Efûya Giştî pejirand. Rêxistinên jinan, rêxistinên mafên mirovan, civak û pêkhateyên Iraqê, Herêma Kurdistanê li dijî her sê yasayan bertekên tund nîşan dan.
Li gor biryara Dadgeha Federal ya Iraqê ku îmzeya Casim Ehmed li bine,...
‘Kujerê Hevrîn Xelef radestî dadgehên navneteweyî bikin’
Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) ya cîhadîst ku bi piştgiriya NATO’yê rejîma Esad hilweşand û desthilatiya Sûriyeyê dagir kir, her roj rûyê vê yê rast derdikeve holê. HTŞ a ku xwe li ser hişmendiya olperest ava kiriye, rojane tundî û kiryarên der mirovî li ser jinan zêdetir dike. Herî dawî jî di kongreya ku di 29’ê Çileyê de li...