Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Çawa dînozor filitîn

Jiyana xwezayî ya li Antartîka bi qasî ku îro em lê dihizirin, bi îmajên penguen, fok û heywanên din ên ku karîn xwe adapteyî şert û mercên wê yên dijwar bikin, tê bîra me. Lê niha zanyaran derxist holê ka beriya bi milyonan salan jiyan li wir muhtemelen çawa bûye

Beriya bi 250 milyon salan, li şûna qeşa û icebergan erdek bû ku tevahiya wê bi daristanan hatibû girtin û lê çem û rûbar diherikîn. Li vî erdî jiyaneke pirreng jî hebû; hingê germahî kêm caran nêzî sifirê dibû yan jî dadiket bin sifirê.

Niha zanyaran fosîlekê cinsekî berê nedihat nasîn dît. Ev xijendeyekî biqasî îguanayekî mezin e û ji xizmên gelekî kevin ên dînazoran e li Antartîkayê. Navê Antarctanax Shackletoni. Navê pêşî tê maneya melikê Antartîkayê, û navê duyem jî ji bo rûmeta lêkolerê Antartîkayê Ernest Shackleton lê hatiye kirin.

Ji felaketa mezin ew filitîn

Lêkolîner Brandon Peecook wiha dibêje: ”Ev heywana me nû nas kir, xizmekî kevin ê tîmsah û dînazoran bû. Weke gumgumokekê xuya jî bike, ew yek ji yên herî pêşî yên cinsê gumgumokan e. Ew dike ku em zanibin ka dînazor û xizmên wan çawa beridîne.”

Skeletê hatiye dîtin ku ne temam e, lê ji bo zanyaran têrê dike ku karibin zanibin, heywaneke çawa bû û xizmeke archosauran e. Wî heywanê muhtemelen heywanên hem di deryayê û hem li ser erdê, kêzik û xizmên heywanên guhandar ên kevin dixwarin û wê heyamê Antartîka li ekvatora dinyayê bû.

Axir, ev cureyên archosauran piştî ku yekem tinebûna cureyan li dinyayê ji sedî 90´ê jiyanê tine kir, li seranserê dinyayê belavbûbûn û kiribûn ku dînozor bibin cureyê herî belav li ser rûyê erdê.

Peecook wiha dibêje: ”Em her ku cureyê nû yê heywanan nas dikin, em bêhtir tiştan fêr dibin der barê wê yekê de ka piştî tinebûna girseyî archosaur çawa li dinyayê belav bûn. Antartîka yek ji wan cihên dinyayê ye ku mîna binê behrê kêm hatiye lêkolîn.” NEW YORK

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar