Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cumartesi - 26 Nisan 2025

CDU xwest hilbijêrên Stenbolê piştgiriyê bidin muxalefetê

Seroka partiya desthilatê ya Almanyayê ya CDU’yê Annegret Kramp-Karrenbauer biryara betalkirina hilbijartina Stenbolê rexne kir û peyam da ku di hilbijartina 23’yê hezîranê de destekê bidin muxalefetê

Partiya Serokwezîra Almanyayê Yekîtiya Demokratên Xiristiyan (CDU) ji partiyên muxalîf ên welêt rol dizî û dest bi dijberiya AKP’ê kir. Seroka Giştî ya CDU’yê Annegret Kramp-Karrenbauer hevkariya Hikûmeta Almanyaya Federal a leşkerî, siyasî, aborî ya bi rejîma Erdogan re ji bîr kir û cara pêşî li dijî AKP’ê axivî.

Seroka CDU’yê li Duîsbûrgê di mîtîngê de ya ji bo Parlamentoya Ewropayê axivî û wiha got: “Tevlêbûna li hilbijartina PE’yê her wiha tê maneya desteka li muxalefeta Tirkiyeyê ye. Welatiyên Stenbolê bi hilbijartina şaredarê xwe wê hewl bidin ku ji siyaseta Erdogan re bibêjin, na.”

Têkçû hilbijartin betal kir

Lîdera CDU’yê têkilî di navbeyna hilbijartinên PE’yê yê ku wê 26’ê gulanê bibin û ya hilbijartina Stenbolê ku 23’yê hezîranê wê bibin, danî û wiha got: “26’ê gulanê tevlêbûn zêde be, ev ê were maneya desteka li muxalefeta Tirkiyeyê ku zextê û zordarî li ser wan heye û her wiha azadiya wan hatiye sînordarkirin.” Kramp Karrenbauer bi van gotinan bi vê peyamê rasterast diyar kir ku di hilbijartina Stenbolê de ew ê destekê bidin partiyên muxalefetê û wiha got: “Ji bo ku encamên hilbijartina Stenbolê ne bi dilê Erdogan bûn demokrasî tine hate hesibandin û biryar li ser betalkirina hilbijartinê hate dayin.’ DUÎSBÛRG 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar