Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

‛Çeka herî xurt zanebûn e’

Hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a Minbicê Ehmed El-Yûsif da zanîn ku li hember şerê taybet ê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê divê civak xwe bi çeka zanabûnê xurt bike

Gelek aliyê dijbertiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin û hewl didin şerê taybet û fitneyê di nava civakê de belav dikin, exlaqê wê parçe dikin û gendeliyê bi taybet di nava ciwanan de belav dikin.

Li ser vê yekê Hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a Minbicê Ehmed El-Yûsif got: “Herêm di pêvajoyeke hestiyar û dijwar re derbas dibe, gel di rewşên aborî û debarê yên zehmet re derbas dibe. Li aliyekî din jî herêm ji hemû aliyan rastî êrîşan tê, şerên derûnî û taybet li dijî herêmên me tên meşandin ku bi ewlehî û îstîqrara wê bilîzin.”

El-Yûsif wiha axivî: “Ji ber rewşên aborî û şerê taybet ên li dijî herêmên Rêveberiya Xweser di vê dawiyê de diyardeyên neyênî di nava ciwanan de derbas bûn, mîna hişbir, sûc û hin sûcên derexlaqî. Sedema van jî valahiya fikirî, îdeolojî, belavkirina fitne û tirsê di nava civakê de ye. Li hemberî şerê derûnî zanabûneke mezin a gel pêwîst e. Ji ber ku hin alî hewl didin Rêveberiya Xweser têk bibin û diyardeyên neyênî di nava civakê de belav bikin.”

El-Yûsif eşkere kir ku Rêveberiya Xweser xebat dike ku pêkhate û etnîkên li herêmê hevgirtî û yek bin da ku li hemberî hemû hewldana jihevxistina civakê bisekinin.

Hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a Minbicê wiha dawî li gotina xwe anî: “Divê em ciwanên xwe bi zanabûnê bi çek bikin û ji zarokên xwe haydar bin da ku nekevin pey hişbir û kiryarên xerabkirinê yên din. Zanabûn rêbaza bingehîn a têkoşîna li hember van diyarde û êrîşan e. Ji ber ku em bi xwe malbat û civaka xwe ava dikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar