Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 28 Nisan 2025

Çêkirina sabûnan hunerek e

Kozhîn Faîq jineke ciwan e ku xwe bi xwe fêrî çêkirina sabûnan bûye û ev kar jî ji xwe re kiriye hunereke bedew.

Jina ciwan a ji Silêmaniyê,  bi sabûnên dekoratîv bal kişandiye ser xwe.  Armanca wê jî ew e ku atolyeya xwe mezin bike û rojekê ji rojan fabrîkeyekê li başûrê Kurdistanê çêke: “Ev çend meh in ku ez sabûnan çêdikim. Ya ku îlham da min vîdeoyeke li ser YouTube bû. Paşê min li ser mijarê gelek gotar di çavkaniyên cihê de xwendin.”

Li gorî nûçeya beşa kurdî ya Yenî Ozgur Polîtîkayê Kozhîn Faîq a 28 salî ji Peymangeha Çandiniyê ya Zanîngeha Silêmaniyê mezûn bûye. Axir ew li ser înternetê peywendiyê bi hilberînekerî sabûnan ê Siûdî re datîne û fêrî agahiyên sereke ên çêkirina sabûnan û materyalên girîng ên sabûnan dibe. Ew bi taybetî qîmet bi kalîteya sabûnên xwe dide, û ji bo wê girîng e ku tevahiya materyalan û pêvajoya çêkirina sabûnan organîk û xwezayî be. Bi ser de jî ji bo têrkirina çermê mirovî jî gelek vîtamînan li sabûnên xwe zêde dike.

Behremendiyên xwe nas bikin

Ew çêkirina sabûnan bi xwe weke pêvajoyeke zanistî dibîne, û bi karanîna sabûnan zarok jî di navê de pêşniyazî her kesî dike. Lê ji xisletên wê ye ku ew sabûnên xwe dekoratîf çêdike û îhtîmameke taybet dide bi estetîka wan. Ji ber wê jî ev pêvajoya zanistî li cem wê di heman demê de hunereke bedew e jî.

Peyama wê bi xwe nexasim ji bo ciwanan e: “Peyama min ji bo ciwanan ew e ku behremendiyên xwe nas bikin û bi pêş bixin; êdî di kîjan beşê de dibe bila bibe; da ku misoger bikin ew û mirovên li hawirdora wan sûdê ji van behremendiyan wergirin. li şûna ku wê dema xwe bi tiştên bêkêr derbas bikin, ev çêtir e.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar