Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Çemê çiyayê Cûdî ji ber kanên AKP’ê qirêj diherike

Şîrketa parlamenterê berê Suleyman Bolunmez çemê Nerdûşê ku ji bin Çiyayê Cûdî diherike û yek jî çavkaniya avê ya welatiyên herême ye qirêj dike. Ji ber qirêjbûna çem, masî êdî di çem de nemane û ji bo welatiyên herêmê jî dibe sedema pirsgirêka avê.

Desthilta faşîst a AKP-MHP’ê xwezaya Bakurê Kurdistanê di bin navê şîrketan de qir dike. Ji van deverên ku bi qirkirina xwezayî rû bi rû ye Şirnex e. Şirnex bi salane talankirina xwezayê û birîna daran her tim di rojevê de ye, bi avakirina kanên komir, xîz û lêgerîna petrolê hewa û çemên wê jî tên qirêjkirin. Şîrketa Bolunmez Enerjî ya parlamenterê berê Suleyman Bolunmez ku li ser rêya û Şirnexê kana komirê çêkiriye dibe sedema qirêjbûna Çemê Nerdûş. Çemê Nerdûş ku ji bin çiyayê Cûdî diherike ji ber av û gemara kana komirê dikeve nava çem qirêj dibe û wek heriyê diherike.

Çemê Nerdûş di bin kontarê Çiyayê Cûdî diherike û li gundên Şirnexê heta gundên navçeya Silopiyayê ji çem sûd digrin. Gundê Avgamasiya ku ji nezî çem e, qirêjbûna avê herî zêde bandor li ser vî gundî dike. Welatiyên li gund bi ava çem, çandiniyê dikin û fêkî û sebzeyan xwedî dikin. Lê piştî ku çem hatiye qirêjkirin fêkî û sebzeyên welatiyan jî hişk dibin, êdî nikarin çandiyê jî bikin. Debara gund jî li ser sewalkarî û çandiniyê ye. Lewma ev yek bandorê li ser çavkaniya debara xelkê gund jî dike. Qirêjbûna çem ji aliyekî vê darên fêkiyan hişk dike û ji aliyê din ve jî dema sewalên wan ava çem vedixwin nexweş dikevin.

Li gor gotinên şêniyên gund Çemê Nerdûşê beriya kanên komirê zelal diherikî û di nav de gelek masî hebûn e. Lê niha di dîmenan de jî xuya dike ku çem bi awayekî qirêj diherike û qirêjiya kanên komirê jî di nav çem de diyar dibe. Bi qirêjbûna çem re êdî masî jî di nav çem de nemane û dimirin. Dema me li wir dîmenê çem digirt, şivanekî temenê wî hê zarok bû, pezê xwe anîbû ber çem û neçar bû pezê xwe li vir av bide. Şivan da zanîn pez vê ava qirêj vêdixwe û nexweş dikeve. Lê ji bilî vir li cihekî din av tune ye û ji ber vê ew neçar dimînin li vir pezê xwe av bide. Qirêjiya çem bi di wêne û dîmenên me girtin de jî eşkere xuya dike.

Midûriyeta Herêma 10’emîn a Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) plan dike ku li ser Çemê Nerdûşê bendavekê çêbike.Li gorî plana DSÎ’yê projeya HES’ê û avdanî, kanan, tesîsa perçekirina-hêrandinê û tesîsa betonê wê li bendava Nerdûşê bi cih bîne. Ji bo projeyê dê civîna ÇED’ê bê lidarxistin. DSÎ jî bang li welatiyan dike ku beşdarî civînê bibin. Welatiyên ku li dijî projeya bendavê bi hêrs û nerazî ne tev li civîna ÇED’ê nabin. Bi çêkirina bendavê re wê çavkaniya avê ya welatiyan bi temamî ji holê rabe.

Çemê Nerdûşê wekî qetranê diherike!

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar