Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 27 Temmuz 2025

Cenazeyê Agirman piştî 51 rojan hat definkirin

Cenazeyê endamê HPG’ê Hasan Agirman ku li Herêma Kurdistanê di şer de jiyana xwe ji dest dabû, piştî 51 rojan radestî malbata wî hate kirin.

Di 14’ê hezîranê de li Herêma Kurdistana Federe di navbera hêzên HPG’ê û artêşa tirk de şer û pêvçûn derketibûn. Di şer de endamê HPG’ê Hasan Agirman jiyana xwe ji dest dabû. Cenazeyê Agirman ku rakiribûn morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê, bêyî ku testa DNA’yê derbikeve li goristana bêkesan a bajêr hatibû definkirin. Piştî ku encama DNA’yê derket malbata Agirman îro ji navçeya Hezexê çû Şirnexê û piştî 51 rojan cenazeyê lawê xwe girtin. Lê belê polîsan nehiştin ku malbat cenazeyê lawê xwe bi wesayita cenazeyî bibe. Malbatê bi derfetên xwe cenaze birin Hezexê.

Cenazeyê Agirman bi tevlibûna endamên MEBYA-DER, Dayikên Aşitiyê û rêxistina HDP’ê ya navçeyê bi girseyî li Goristana Şêx Hesen a navçeyê hate definkirin.
- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar