Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 9 Haziran 2025

Cenazeyê çalakger Sîraç Yuksek hat definkirin

Cenazeyê Sîraç Yuksek ku li dijî tecrîdê çalakiya canbexşane pêk anî, li Nisêbînê hat veşartin. Hêzên çekdar ên tirk ji bilî malbatê nehişt kes tevli merasîma cenaze bibe

Girtiyê ji Doza Nisêbînê Sîraç Yuksek ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T Hejmara 2 ya Osmaniyeyê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya canbexşane pêk anî û şehîd bû, cenazeyê wî li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê hat veşartin.

Cenaze di bin tedbîrên tund ên ewlekariyê de ji Saziya Tipa Edlî ya Edeneyê hate wergirtin û li Nisêbînê ji aliyê Parlamenterê HDP’ê yê Mêrdînê Tûma Çelîk, xizmên girtiyan û gelek rêveberên HDP û DBP’ê ve li pêşiya bajêr hate pêşwazîkirin. Cenazeyê Yuksek destpêkê birin Mizgefta Haci Huseyîn Çetîn û piştre birin Goristana Morîsê.

Piştî wecîbeyên olî cenazeyê Yuksek hate veşartin. Hêzên çekdar ên dewleta tirk nehiştin ku ji bilî malbatê kes tevli merasîma cenaze bibe. Polîsên tirk ku dor li goristanê girtin, nehiştin koma ku ji bo merasîmê hatibû ber goristanê tevli merasîmê bibe.

Girseya gel jî heta veşartina cenaze li ber goristanê sekinî û piştre tevî malbata Yuksek berê xwe da taxa 8 Martê ya ku serdanên sersaxiyê lê tê kirin. MÊRDÎN 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar