Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 8 Haziran 2025

Cenazeyê gerîla Eryilmaz piştî 96 rojan dan malbata wê

Di 8’ê kanûna sala 2019’an de li herêma Şenyayla ya di navbera Mûşê û navçeya Pasûr a Amedê de di navbera gerîlayên PKK’ê û artêşa tirk de şer qewimî bû. Di şer de 5 gerîla şehîd bûbûn. Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Zehra Eryilmaz ku yek ji pênc şehîdên li herêma Şenyaylayê bû, piştî 96 rojan radestî malbata wê hate kirin.

Piştî ku testa DNA’yê bi encam bû, Serdozgeriya Komarê ya Mûşê li malbata Eryilmaz geriya û malbata Eryilmaz jî tevî rêveberên MEBYA-DER’ê cenaze ji Saziya Tipa Edlî ya li Meletiyê wergirt. Cenazeyê ku destpêkê birin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê, piştî bicihanîna wecîbeyên olî birin Goristana Yenîkoy a navçeya Baglar a Amedê.

Polîsên ku dor li Goristana Yenîkoyê girtin, nehiştin ku rêveberên MEBYA-DER, TUAY-DER, HDP û şêniyên herêmê beşdarî merasîmê bibin. Cenazeyê Eryilmaz ji aliyê malbata wê ve hate veşartin. Serdanên sersaxiyê jî li Mala Şînê ya Sîlvan a li ntaxa Bagcilar a navçeya Baglarê tên kirin. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar