Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Çarşamba - 23 Nisan 2025

Cenazeyê Guneş û Şûyûr ber bi bajarên wan be hatin oxirkirin

Cenazeyê girtiyê nexweş Halîl Guneş ku jiyana xwe ji dest dabû, bi dûrişmeya ‘Şehîd Namirin’ ber bi Edeneyê ve hat rêkirin. Her wiha dê cenazeyê girtiyê nexweş Abdulrezzak Şûyûr jî sibê bişînin bajarê wî Sêrtê

Navenda Nûçeyan |

Cenazeyê girtiyê nexweş Halîl Guneş ku li Girtîgeha Hejmara 2 a Ewlehiya Bilind a Amedê jiyana xwe ji dest dabû, ji aliyê malbatê ve ji Saziya Tipa Edlî (ATK) hat girtin û ber bi Edeneyê ve hat rêkirin. Di dema girtina cenazeyê Guneş de Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, Hevserokê Şaxa OHD’ê ya Amedê Bunyamîn Şeker, rêveberên TUHAY DER, MED TUHAD-FED, HDP’a Amedê û gelek kes amade bûn. Dema verikirina cenazeyê Guneş girseyê tim dirûşmeya ‘Şehîd namirin’, ‘Bijî berxwedana zindanan’ û ‘girtiyên siyasî rûmeta me ne’ hatin berzkirin.

Polîsan xwest mudaxaleyî girseyê bike. Di vê kêliyê de dayikek bi ser hişê xwe çû. Girseyê bi dirûşm û çepikan astengiya polîsan şermezar kir.

Malbatên ku 30 roj in li Baroya Amedê Nobeta Edaletê digirin û îro nobeta xwe veguhestin ber ATK’ê bi van gotinan bertek nîşanî polîsan dan: “Bila êdî ji girtîgehan cenaze dernekevin.” û dirûşmeya ‘Halîl Guneş rûmeta me ye’ berz kirin.

Dê cenazeyê girtî Şûyûr bişînin Sêrtê

Cenazeyê girtiyê nexweş Abdulrezzak Şûyûr ku duh li Girtîgeha Tîpa T a Şakranê jiyana xwe ji dest dabû, ji bo ku sibê bişînin bajarê wî Sêrtê şandin morga Balafirgeha Adnan Menderes a Îzmîrê. Wê cenazeyê Şûyûr sibê saet di 12.30’an de bi balafira kargoyê bişînin Balafiregeha Êlihê. Ji vir jî wê cenazeyê biçe Sêrtê û li Goristana Şêx Mûsa ya navenda Sêrtê bê veşartin.

Malbata Şûyûr beriya 15 rojan pê re têkilî danîbû û axivîbû. Di vê axaftinê de Şûyûr ji malbata xwe re ragihandibû rewşa wî baş e û heke bê tedawîkirina dê nexweşiya xwe ya pençeşêrê derbas bike.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar