Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 20 Nisan 2025

Cenazeyê Saglam di bin dorpêç û zextên leşkeran de defin kirin

Cenazeyê Zehra Saglam a ji bo şikandina tecrîda li ser Ocalan li Girtîgeha Oltû ya Erziromê çalakiya canbexşane bêk anî û şehîd bû di bin dorpêç û xedexeya polîs û leşkeran de spartin axê. Leşkeran destûr neda ku parlamenter beşdarî definkirina cenaze bibin

Girtiya siyasî Zehra Saglam a li Girtîgeha Tîpa T a Oltu ya Erziromê, ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya canbexşane pêk anî û şehîd bû. Cendermeyan cenazeyê Saglam ji Saziya Tipa Edlî ya Erzîromê revandin û anîn gundê Xinzorê yê Gimgima Mûşê. Walîtiya Mûşê ketin û derketina gund qedexe kir. Piştî qedexeyê polîs û leşkeran bi wesayitên zirxî rêya gund girtin. Leşker û polîsên gund dorpêç kirin, destûr nedan wekîlên HDP’î û gel tevlî merasîma veşartina cenaze bibin. Leşkeran tenê destûr da ku çend kesên ji malbatê tev li definkirina cenaze bibe. Malbatê cenazeyê Saglam di bin dorpêçiya leşkeran û maşineyên zirxî ya gund û goristanê de spartin axê.

Cenazeyên Zulkuf Gezen û Ayten Beçet yên li girtîgehê tecrîd şermezar kiribûn û şehîd bûbûn jî hatibûn revandin û di bin dorpêça polîsan de defin kiribûn. MÛŞ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar