Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Cenazeyê Sevînç ê hate qetilkirin, nehate şuştin, wesayit ji bo cenaze nehate dayin!

Cenazeyê Mehmet Sevînç ê li girtîgehê hate qetilkirin, ji aliyê mele ve nehate şuştin. Ji bo cenazeyê Sevînç her wiha wesayit nehate dayin

Mehmet Sevînç (63) ku li Girtîgeha Tîpa T a Akhîsar a Manîsayê girtî bû, 3’ê Nîsanê hate qetilkirin. Cenazeyê Sevînç piştî otopsiya li Saziya Tipa Edlî ya Îzmîrê doh radestî malbata wî kirin. Cenazeyê Sevînç doh ji Balafirgeha Adnan Menderes bi wesayita kargo anîn Balafirgeha Sabîha Gokçenê.

Ji ber ku wesayita cenaze ji malbatê re nehate dayin, malbatê bi derfetên xwe doh bi şev cenaze anî morga Mizgefta Pîrî Reîs a li taxa Pîrî Reîs a navçeya Darica ya Kocaeliyê. Ji bo ceşartinê jî birin Goristana Darica Nene Hatûn.

Polîsan li pêşiya navçeya Daricayê konvoya cenaze sekinand û gef li malbatê xwar ku dirûşman neqîre.

Cenazeyê Sevînç ku anîn Mizgefta Pîrî Reîs, ji aliyê mele ve bi hinceta ‘qedexe’ ye nehate şuştin û wecîbeyên olî bi cih nehate anîn. Malbatê bi derfetên xwe meleyek anî, cenazeyê Sevînç şuşt û wecîbeyê olî bi cih anî.

Girseya gel a ku ji bo tevlî merasîma cenaze bibe hat, bi hinceta ku hewşa mizgeftê wesayit par kirine ceza li wan hate birîn.

Her wiha nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê û JINNEWS’ê ku ji bo şopandina merasîmê li mizgeftê bûn, hatin astengkirin, her wiha bi gefxwarinê ji herêmê hatin dûrxistin.

Cenazeyê Sevînç piştî nimêjê ji bo veşartinê birin Goristana Darica Nene Hatûn.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar