Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cumartesi - 7 Haziran 2025

Cenazeyên endamên YJA-Starê piştî 143 rojan hatin veşartin

Cenazeyê endamên YJA Starê Şekirnaz Kaplan û Emîne Kaplan ên ku li çoltara Mêrdînê jiyana xwe ji dest dabûn, piştî 143 rojan li bajarên wan di bin dorpêça leşker û polîsan de hatin veşartin.

Di 4’e Tebaxê de li Çiyayê Bagokê yê navçeya Nisêbîn a Mêrdînê di bombebarana pêk hatibû de endamên YJA-Starê Leyla Gulcu (Dîcle Eylem), Şekirnaz Kaplan (Gulbahar Mercan) û Emîne Kaplan (Eylem Munzur) jiyana xwe ji dest dabûn. Cenazeyên hersê endamên YJA-Starê, piştî 143 roj şûn de duh radestî malbatên wan hatin kirin.

Cenazeyê Kaplanê, li gundê Tilmis ê navçeya Xîzan a Bedlisê hat veşartin. Malbat di rê de li gelek cihan bi astengiya leşker û polîsan re rû bi rû ma. Bicihanîna wecîbeyên olî û şûştina cenaze li gundiyan hate astengkirin. Tevlibûna bi sedan kesên ji bo definkirinê hatin bahev, hat astengkirin. Destûr hate dayîn ku tenê ferdên malbatê tev li merasîma cenaze bibin.

Gelek kes beşdarî merasîmê bûn

Cenazeyê Emîne Kaplanê jî li goristana taxa Petrol a Êlihê hat veşartin. Malbata Kaplanê di ketina goristanê de bi astengkirina polîsan re rû bi rû ma. Bi sedan kesên ji bo merasîma cenaze kom bûn hatin dorpêç kirin. Li ser israra girseyê hin kesan karîn tev li merasîmê bibin. Girseyeke qelebalix jî derveyî goristanê sekinî. Bi hinceta “ewlehiyê” destûr nehate dayîn ku rojnamevan merasîmê bişopînin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar