Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cuma - 25 Nisan 2025

Cenazeyên leşkerên ku navê wan nayê diyarkirin tînin Colemêrgê

Ji leşkerên ku di êrîşên dagirkeriyê de li Başûrê Kurdistanê hatin kuştin, cenazeyên 17 ji wan anîn Colemêrgê.

Wezareta Parastinê ya tirk di daxuyaniyên 25 û 26’ê mijdarê de tenê li kuştina 5 leşkeran mikur hatibû. Wezaretê her wiha îdîa kiribû ku 3 cerdevan jî ji ber birûskê birîndar bûne û yek ji wan piştre miriye.

Lê belê li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê, rojên dawî herî kêm 17 cenaze anîn nexweşxaneyên li Colemêrgê û navçeyên wê.

Hat ragihandin ku cenazeyên hin leşkeran jî ji balafirgeha Geverê bi balafirên kargo ji bajarên cuda re hatine şandin.

Li gorî agahiyan, herî kêm 11 leşker û cerdevanên di şer de birîndar bûn li Çelê li Nexweşxaneya Sahra ya Serê Sêvê û li Nexweşxaneya Dewletê ya Şemzînanê ne.

Hat ragihandin ku cerdevanek û 3 leşkerên bi giranî birîndar bûne jî birine Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Wanê.

Her wiha tê gotin, leşkerên payebilind ên li qereqol û baregehên leşkerî yên li ser sînor dest danîne ser telefonên dîjîtal.

Li gund û deverên nêzî qada şer, ji doh êvarê ve elektrîk hatiye birîn. Her wiha înternet jî giran bûye.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar