Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Cenazeyên Nazim û Cîhan 16 saetin tê sekinandin

Şandeya dixwaze derbasî Herêma Federe ya Kurdistanê bibe û ji Deriyê Sêmalka cenazeyê rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn werbigire li Deriyê Sînor ê Xabûrê tê astengkirin.

Şandeya ji parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrdînê Kamûran Tanhan, malbatên rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji hêla dewleta Tirk ve bi SÎHA’yan hatibûn qetilkirin, Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û MEBYA-DER’ê pêk tê ji bo cenazeyê rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn werbigirin xwestin di Deriyê Sînor ê Xabûrê ve derbasî Herêma Federe ya Kurdistanê bibin. Şande ji duh ve li ber Deriyê Sînor ê Xabûrê li beşa noqteya kontrolkirina pasaportan bi hinceta “Sîstem nîne” tê sekinandin.

Ji bilî TIR û tankeran kes nayê berdan. Hat zanîn ku ji bo şande derbas nebe di bin navê “Sîstem nîne” de destûrê nadin welatî anku rêwiyên din jî derbas bibin. Hat zanîn ku ev “têkçûna sîstemê” ji ber şande derbas nebe hatiye derxistin. Ji duh ve ji bo şande derbas nebe hat xwestin bi rêya “X-Ray xerabe ye” û “Sîstem nîne” rê li ber çûnê bê girtin. Hat zanîn ku duh êvarê otomobîl li bi kîlometreyan li pey hev rêz bûn e û tevî hewa sar jî bi saetan welatî hatin sekinandin.

Midûriyeta Polîsan a Silopiyaya ya Şirnexê ji şandeyê re ragihand ku îro saet di 09.00’ê de dê “sîstem çêbibe” û qeyda pasaportan bê kirin.

Şande li bendê ye ku derî were vekirin û derbasî Herêma Federe ya Kurdistanê bibe.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar