Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...
Pazar - 8 Haziran 2025

Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cenazeyên Şûyûr û Tugrul li Sêrtê hatin veşartin

Girtiyê nexweş Abdulrezak Şûyûr ê li Girtîgeha Şakrana Îzmîrê bi aweyek guman jiyana xwe ji dest da, li Sêrtê hat veşartin. Her wiha cenazeyê Salîh Tugrul ê li girtîgehê felç bûbû û pêr li nexweşxaneyek Mêrsînê jiyana xwe ji dest dabû, li bajarê xwe Sêrtê hat veşartin 

Girtiyê bi nexweşiya giran Abdulrezzak Şûyûr ê 56 salî ku li Girtîgeha Tîpa T a Şakranê ya Alîagaya Îzmîrê girtî bû, bi awayek guman jiyana xwe ji dest da, cenazeyê wî ji Saziya Tiba Edliyê ya Îzmîrê hat wergirtin û birin Midûriyeta Goristanan a Şaredariya Bajarê Mezin a taxa Gorece ya navçeya Menderesê. Piştî karên ceneze li vir qediya bi balafirê şandin Balafirgeha Batmanê. Li balafirgehê cenaze ji aliyê gelek kesan ve hat pêşwazîkirin û girseyê bi konvoyekê cenaze ber bi Sêrtê ve birin.

Cenaze li goristana Şêx Mûsa ji aliyê hezaran kesî ve hat pêşwazîkirin. Polîsan goristan dorpêç kirin û gotin dê tenê 5 kes cenaze defin bike û destûrê nedin tu kes derbasî goristanê bibe. Polîsan nikaribû xwe li ber girseya gel bigire û gel bi israr dorpêça polîsan ji holê rakir.

Mirinek bi guman e

Di meresîma cenaze de xizmê Abdulrezak Şûyûr, Selîm Ozalp axivî û anî ziman ku mirina Abdulrezak bi guman e û wiha got: “Di raporê de mirina bi guman hat nivîsin. Ji bo ev guman ji holê rabe, destpêkê rêveberên girtîgehê berpirsyar in. Divê demildest sedema mirinê were ronî kirin. Em ê tu carê dest ji ronîkirinê bernedin.

Ozalp da zanîn ku girtî di bin gefan de jiyana xwe derbas dikin û ev tişt anî ziman: “Girtiyên di nava çar diwarî de rastî hemû zext, îşkence, binpêkirinên mafê mirovan û mirinê tên. Hemû ji bi birînê re rû bi rû hatine hiştin. Ji bo nebe dereng ji bo tevahiya girtiyan divê mudaxele bê kirin. Ez ji hemû kesên hatine vir û tev li merasîmê cenazeyê bûne re spas dikim. Em ê heta dawiyê xwedî li têkoşîna Abdulrezak derkevin.”

Em ê tîkoşîna xwe hin xurtir bikin

Pişt re parlamenterê HDP’ê yê Sêrtê Siddik Taş axivî û banga xurtkirina tekoşînê li dijî tecrîdê kir. Taş anî ziman ku ji mirina girtiyên nexweş desthilatdarî berpirsyar e û wiha got: “Tecrîda girankirî ya li girtîgehan bi xwe re mirînê tîne. Ji bo tecrîd ji holê rabe û darbest ji girtîgehan dernekeve divê em têkoşîna xwe xurt bikin.“

Serdanên sersaxiyê wê li mala şînê ya taxa Çalê bên qebûlkirin.

Tûgrûl jî hat veşartin

Girtiyê nexweş ê giran Salîh Tûgrûl ê dema li Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê dima nexweş ketibû û felç mabû, di 13’ê kanûna 2014’an de biryara berdana wî hatibû dayîn, pêr li Nexweşxaneya Bajêr a Mêrsînê ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest dabû. Malbatê û rêveberên TUAY-DER’ê cenazeyê wî ji morga nexweşxaneyê wergirtin û ji bo veşartinê şandin bajarê wî Sêrtê.

Cenazeyê ku bi ambûlansê ji Mêrsînê şandin Sêrtê piştî pêkanîna vecîbeyên olî li Goristana Şêx Suleyman a Sêrtê hat veşartin. Parlementerê Sêrtê Siddik Taş, aktîvîstên TJA’yê, Meclisa Dayikên Aştiyê, Rêxistina HDP’ê ya Bajêr, endamê MEBYA-DER’ê û gelek welatî beşdarî merasîma cenazeyî bûn. Dê şîna Tûgrûl li mala wî ya li Mêrsînê were qebûlkirin. SÊRT

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar