Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Salı - 22 Nisan 2025

Cendirmeyên tirk 2 ciwan rojavayî li nêzî sînor kuştin

Nasnameya ciwanê duyemîn ku tevî ciwanê bi navê Adil El-Bedir ku ji aliyê jendirmeyên Tirk ve li nêzî gundê Qermane yê gundewarê Dirbêsiyê hatibûn kuştin, hate zanîn.

Welatiyan duh cenazeyê du ciwanên li nêzî gundê Qermane yê 3 km dikeve rojavayê navenda navçeya Dirbêsiyê, dîtin. Cenazeyê Adil Mihemed El-Bedir ku di sala 2001’an de ji dayik bûye, birin nexweşxaneya Şehîd Xebat. Lê ji tirsa ku cendirme wan bikin hedef nikaribûn cenazeyê din bigirin.

Welatiyan îro cenazeyê ciwanê duyemîn ê bi navê Taha El-Mihemmed ku di sala 2001`an de li bajarê Til Hemîs ê kantona Qamişlo ji dayik bûye jî birin nexweşxaneya Şehîd Xebat.

Piştî lêkolîna her du cenazeyan, hat diyarkirin ku her du ciwanan beriya dîtina cenazeyê yekemîn bi 48 saetan berê bi îşkence û alavên tûj hatine kuştin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar