Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Salı - 29 Temmuz 2025

Çepnî: Êrîş yekser ji aliyê wezareta karên hundir ve hat birêxistinkirin

Parlamenterê HDP'ê Mûrat Çepnî diyar kir ku êrîşa li ser avahiya HDP'ê ya Bajarê Îzmîrê yekser ji aliyê wezareta karên hundir ve hatiye birêxistinkirin

Li Îzmîrê êrîşkarekî bi çek avêt ser avahiya HDP’ê ya bajêr. Piştî ku agir berda avahiyê, xebatkara partiyê Denîz Poyraz qetil kir. Êrîşkarê bi navê O.G. hate binçavkirin. Li gorî nûçeya Ajansa Mezopamyayê (MA), parlamenterê HDP’ê yê Îzmîrê Mûrat Çepnî diyar kir ku êrîş yekser ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve hatiye birêxistinkirin û wiha got: “Mîna êrîşa çend roj berê ya li dijî Navenda Giştî ya HDP’ê ya li Enqereyê hate kirin, ev êrîş jî rêxistinkirî ye. Em di demeke wiha de ne, desthilatdarî ji bo ji nava çala ku ketiye derkeve provokasyonên li dijî partiya me ji nû ve xistiye dewrê. Ji ber vê yekê em bang li gelê xwe dikin ku xwedî li HDP’ê derkeve û li dora HDP’ê bicive.”

Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya jî ev tişt anî ziman: “Mehên dawî me hewl didan li hemberî êrîşên bi vî rengî tedbîran werbigirin. Ji ber ku desthilatdarî bi xwe bûye tetîkkêş, bûye kujer.” ÎZMÎR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar