Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Perşembe - 24 Nisan 2025

Çete li Mehmûdiyê şikestin û wesayîteke wan hate teqandin

Şervanên HSD’ê êrîşên dijwar ên artêşa tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê yên li dijî gundê Mehmûdiyê şikandin. Di şer de wesayîteke dagirkeran hate rûxandin û gelek çete jî hatin kuştin

Hêzên artêşa tirk a dagirker û komên çete yên DAIŞ, El Nusra û OSO yên girêdayî wê êrîşên xwe yên li dijî rojavayê Kurdistanê didomînin. Hêzên dagirker di vê çarçoveyê de êrîşî gundê Mehmûdiyê yê girêdayî Serêkaniyê kir.

Çavkaniyên ji herêmê destnîşan kirin ku hêzên dagirker bi çekên giran êrîşî gundê Mehmûdiyê kirin. Li ser vê yekê jî şervanên HSD’ê bersivên tund dan dagirkeran û li herêmê şerekê dijwar qewimî.

Hat zanîn ku di encama pevçûnan de şervanan wesayîteke çeteyan teqand û çeteyên tê de jî hatin kuştin. Çavkaniyên ji herêmê ragihandin ku di encama bersivên tund ên şervanan de êrîşê hêzên dagirker ên dewleta tirk û çeteyên wê yên li ser gund hate şikandin. Darkerên ku derbên giran xwarin neçar man ku ji herêmê birevin. Hat zanîn ku di pevçûnan de gelek çete hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyan, dagirkerên ku li herêmê şikestin niha jî bi tankan gund topbaran dikin. Şervanên HSD’ê jî bi dijwarî bersiva dagirkeran didin. SERÊKANIYÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar