Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 20 Nisan 2025

Çete ji bo diziyê jinan dişînin malên efrîniyan

Dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê ji bo diziya mal û milkên şêniyan, rêbazeke nû dimeşînin. Komeke jinên girêdayî Ehrar El Şerqiye derbasî malan dibin û mal û milkên şêniyan didizin

Dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê li Efrînê ku ji destpêka sala 2018`an ve dagirkirî ye, ji bo dizî û wêrankirina malên gelê Efrînê, hemû rêbazan bi kar tînin.

Di çarçoveya rêbazên ku dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê ji bo wêrankirin û diziya mal û milkên şêniyên Efrînê bi kar tînin, çavkaniyekî ji hundirê bajarê Efîrnê diyar kir ku komeke ji jinên girêdayî çeteyên koma bi navê Ehrar El Şerqiyê ya artêşa dagirkeriya tirk, di ser dîwaran re dikevin malên efrîniyan û diziya mal û zêrên wan dikin.

Çavkaniyê destnîşan kir ku piştî çeteyan gelek malbatên xwe li Efrînê bi cih kirin, jin bi hinceta serdana malên cîranan dikevin malan û zarokên malê penc dikin, paşê diziya malên wan dikin û derdikevin.

Tê zanîn ku li Efrînê di nava çend rojan de gelek kiryarên diziyê bi rêya wan jinan pêk hatin. EFRÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar