Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 21 Nisan 2025

Çeteyan li Efrînê ciwanek revandin û gelek darên zeytûnan birîn

Çeteyên girêdayî dewleta tirk a dagirker li Mabatayê ciwanê bi navê Mihemed Şukrî Şêx Seydî revandin û li Bilbilê jî nêzî 375 darên zeytûnan birîn

Sûcên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li Efrîna dagirkirî dewam dikin. Dagirker hewl didin şêniyên Efrînê yên mayî jî bidin koçberkirin û bi wê re demografiya herêmê biguherînin û dagirkeriya xwe li wir mayînde bikin. Çavkaniyekî ji navçeya Mabeta ya Efrînê ragihand ku 11’ê nîsanê çeteyên bi navê ‘Polîsên Leşkerî’ yên girêdayî dewleta tirk a dagirker ciwanê bi navê Mihemed Şukrî Şêx Seydî (28) yê ji gundê Şêxûtikê yê navçeya Mabeta revandiye.

Çavkanî da zanîn ku Mihemed Şukrî birin baregeha Polîsên Leşkerî ya li navenda kantona Efrînê û hîna aqûbeta wî nayê zanîn. Çavkaniyekî din ji navçeya Bilbilê ya Efrîna dagirkirî jî ragihand ku çeteyên Sultan Mûrad ên dewleta tirk, 350 darên zeytûnê yên welatiyê bi navê Îbrahîm Mehmûd Îbiş ê ji gundê Bêla yê Bilbilê birine. Li gorî heman çavkanî, çeteyan her wiha li heman gundî zêdetirî 25 darên zeytûnê yên Celal Omer jî birîne. Birîna daran ji aliyê çeteyan dagirkeriya tirk ve zêdetir bûye. Ji destpêka salê ve çeteyan zêdetirî 2 hezar dar birîne. Dagirker bi van kiryaran xwezaya Efrînê xirab dikin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar