Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Cumartesi - 15 Şubat 2025

Çeteyan li nîjerya ye sedan zarok revandin

Li bakurê Nîjeryayê di encama êrîşa ku li dibistanekê hat kirin de bi sedan zarok hatin revandin û ji bo dîtina wan operasyon hat destpêkirin

Navenda Nûçeyan

Li gorî nûçeya di rojnameya Sunday Vanguard de hat weşandin, li bakurê Nîjeryayê li bajarê Kankarayê êrîşî dibistanekê hatiye kirin û li dora 600 zarokan hatine revandin.  Ji bo zarokên hatin revandin operasyon hat destpêkirin û hat diyarkirin ku 400 zarok hatine rizgarkirin.

Piştî ku zarok hatin revandin bi rojekê waliyê eyaletê Amînû Bello Masarî çû serdana dibistanê û got “A niha jî artêş li daristanê li dijî çeteyan şer dike. Ji bo zarokên hatin revandin werin dîtin, çi ji destê me were, em ê bikin. Li dibistanê 839 zarok hebûn û em nikarin agahiyê ji 333 zarokan bigirin.”

Piştî êrîşê hemû dibistanên navîn ên li eyaleta Katsînayê girtî ne. Serokkomar Mûhammadû Bûharî êrîş şermezar kir û soz da ku wê li dibistanan tevdîrên ewlehiyê zêde bikin.

Her wiha li bejahiyên navend û bakurê Nîjeryayê ev serê çend salan e çeteyên çekdar bi komên ji sed kesî pêk tên teroreke mezin dikin. Ev çete heywanan didizin û fîdyeyê dixwazin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar