Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 9 Haziran 2025

Çeteyan li Şêrawayê ciwanek revand

Komên çete yên girêdayî dewleta tirk li navçeya Şêrawa ya Efrînê ciwanê bi navê Şiyar Nezmî Hemo revand. Ji bo berdana Hemo jî komên çete ji malbata wî 15 hezar dolaran weke fîdye dixwazin

Binpêkirinên hêzên dewleta tirk û komên çete yên girêdayî wê yên li Efrînê berdewam in. Hêzên dagirker hema hema rojane şêniyên resen ên Efrînê direvînin.

Çavkaniyên ji Efrînê da zanîn ku komên çete ciwanê bi navê Şiyar Nezmî Hemo yê ji gundê Xezawiyê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê revand. Çavkanî da zanîn ku çeteyan ji bo berdana Hemo ku duh hatiye revandin, 15 hezar dolar ji malbata wî xwestine.

Nayê zanîn bê ka çeteyan Hemo bi ku ve birine. Têkildarî rewşa Hemo jî tu agahî nehatin bidestxistin. EFRÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar