Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 9 Haziran 2025

Çeteyên di nav sivîlan de reviyan hatin girtin

Şervanên HSD’ê komeke çeteyên DAIŞ’ê yên dixwestin di nav sivîlan de birevin û li dijî gel û şervanan çalakiyan pêk bînin, girt. Çeteyên ku hatin girtin jî hemwelatiyên Iraq, Sûriye û Ewropayê ne

Ji bo rizgarkirina welatiyên sivîl ên li gundewarên navçeya Hecîn a Dêrazorê yên ku ji hêla çeteyên DAIŞ’ê ve weke mertalên zindî tên bikaranîn, şervanên HSD’ê korîdorên ewlehiyê vekirin. Bi vekirina korîdorên ewlehiyê re jî bi hezaran welatiyên sivîl hatin rizgarkirin. Lê çeteyên DAIŞ’ê yên ku li hemberî şervanan derbên mirinê dixwin, bi rêbazên qirêj dixwazin ku li dijî şervanan êrîşan pêk bînin.

Li gorî agahyên ji herêmê, şervanên HSD’ê komeke çeteyên DAIŞ’ê yên ku xwe di nav sivîlên hatine rizgarkirin de veşartin û dixwestin birevin, girt. Têkildarî mijarê fermandarên HSD’ê ji ANHA’yê re axivîn û destnîşan kirin, vê koma çeteyan ku dixwest bireve û careke din li herêmê aloziyê derxînin. Fermandarê HSD’ê got ku van çeteyan dixwest ku li herêmên biewle li dijî sivîlan êrîşan pêk bînin.

Şerekî giran heye

Hat zanîn ku çeteyên hatin girtin jî hemwelatiyên Iraq, Sûriye û Ewropayê ne. Hat ragihandin ku ji çeteyên hatin girtin yek jê di dîwana aboriyê ya DAIŞ’ê de dixebitî û yê din jî azan dida û dersên olî dida. Hêjayî bibîrxistinê ye ku di navbera şervanên HSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê yên ku li herêmên Baxoz Foqanî û gundê El Merşade yê li başûrê gundê El Sûsê yê Hecînê şerekî giran diqewime. DÊRAZOR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar