Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 9 Haziran 2025

Ceza li parlamenter Taşçier birîn

Dadgehê bi îdayên “Ne endamê rêxistinê ye li ser navê rêxistinê sûc kiriye” û “Li dijî qanûna 2911’an muxalefetiyê kiriye” 3 sal û 10 meh cezayê hepsê li parlamenterê HDP’ê Îmam Taşçier birî

Bi hinceta parlamenterê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier beşdarî meşa di serdema qedexeya derketina derve ya li navçeya Sûrê ya Amedê bûye ji 3 sûcdariyên cuda doz lê hatibû vekirin. Danişîna biryara dozê li 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Taşçier beşdarî dozê nebû, parêzerên wî Sedat Çinar û Soran Haldî Mizrak di danişînê de amade bûn.

Parêzeran xwest ji ber miwekîlê wan parlamenter e darizandina wî bê sekinandin lê heyeta dadgehê daxwazê red kir.  Parêzeran parastina miwekîlê xwe kir û berata wî daxwaz kirin.

Heyeta dadgehê ji sûcê “propagandaya rêxistinê” Taşçier beraet kir û ji îdayên “Ne endamê rêxistinê ye li ser navê rêxistinê sûc kiriye” û “Li dijî qanûna 2911’an muxalefetiyê kiriye” 3 sal û 10 meh cezayê girtîgeh lê birîn. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar