Parêzerê girtiya siyasî Pexşan Ezîzî, Emîr Reîsiyan di 8ê Çileyê de ragihandibû ku Dadgeha Bilind a Îranê cezayê darvekirinê yê ku li Pexşan Ezîzî hatibû birîn erê kiriye û belgeyên pêşkêşî dadgehê hatine kirin jî bêyî hincetê nîaşn bidin red kirin. Li seranserê cîhanê nerazîbûnên li hemberî cezayê darvekirinê zêde bûn.
Li gorî nûçeya Rojnewsê ku spartiya Ajansa Tesnîm ragihand ku pêkanîna cezayê darvekirinê yê Pexşan Ezîzî hatiye paşxistin. Hat diyarkirin ku heta niha sedema paşxistina ceza nediyar e, lê belê li seranserî Kurdistanê, Îranê û cîhanê di astek bilind de bertek û helwestên girseyî li dijî erêkirina cezayê darvekirinê hat nîşandan.
Her wiha îro li seranserê Rojhilatê Kurdistanê ji bo şermezarkirina erêkirina cezayê darvekirinê yê Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî dest bi greva giştî tê kirin.