Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 8 Haziran 2025

CHP dê ji tezkereya şer a AKP’ê re bibêje ‘NA’

CHP’ê ragihand ku dê ji bo tezkereya şer a ji bo Sûriye û Iraqê dengê ‘na’ bikar bînin

Serokwekîlê Koma CHP’Ê Ozgur Ozel ragihand ku dê ji bo Tezkereya Sûriye-Iraqê ku îro li meclisê bê dengdan, dengê na bikar bînin.

Ji bo tezkere bê pejirandin divê piraniya dengê meclisê erê bike, di hevdîtinên têkildarî tezkereyê jî  AKP, MHP û Partiya ÎYΠ ragihandin ku dê bêjin ‘erê’ û HDP jî dengê ‘na’ bikar bîne.

Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû di civîna koma xwe de bi gotina ‘Bi kîjan hincetê be, her gotinê em ê mohr bikin’ nerazîbûn nîşanî serokkomarê tirk Tayyîp Erdogan da.

Kiliçdagroglû li ser tezkereyê ev gotibû: “Em naxwazin ne leşker û ne jî polîsên me li Sûriyeyê şehîd bibin. Li Sûriyeyê leşker û şehîdên me çûn, têkoşîn.. têkoşîna çi? Aştî hebe çima şer?

Çima leşkerên me li wir şehîd bibin? TUGAV’ên ku sirûdên komando dibêjin hene. Ne wisa? Sirûdên komando dibêjin. Dibêjin fermandarê me yê herî mezin Erdogan e. Ê wan bişîne Sûriyeyê kekê min. Bila fermandarê wê derê jî bibe Bîlal Erdogan!” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar