Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 15 Aralık 2025

Çîçek Kobanê nehate berdan

Di dema êrîşa dagirkeriyê ya dewleta tirk û komên çete yên girêdayî wê ya di sala 2019’an a li dijî rojavayê Kurdistanê de, welatiya bi navê Dozgîn Temo (Çîçek Kobanê) di 21’ê cotmehê de li gundê Mişrefa yê Eyn Îsayêyê hate girtin û anîn Tirkiyeyê.

Yekemîn danişîna doza Temo îro li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê hate dîtin. Temo li Girtîgeha Tîpa T a Rihayê beşdarî danişînê bû. Piştî ku dozger îddianame xwend, danişîn dest pê kir. Piştre jî Temo bi hevkariya wergêr, dest bi parastina xwe ya bi kurdî kir. Temo da zanîn ku bi dilxwazî tev li rêxistina li rojavayê Kurdistanê bûye û di wê pêvajoyê de çek bi kar ne aniye û di xebatên mirovî de cih girtiye.

Parêzera Temo, Hîdayet Enmek jî da zanîn ku îddianameya dozger ji wan re nehatiye dayîn û bi vê sedemê jî dê parastinê nekin. Enmek pirsa kesên ku muwekîlê wê girtin û radestî dewleta tirk kirin jî kir û wiha got: “Têkildarî vê mijarê di dosyayê de agahiyek nîne. Nediyare bê ka ji komên OSO’yê kê muwekîla min girtiye. Her wiha nayê zanîn bê ka muwekîla min çawa birîndar bûye. Di vê mijarê de tu belgeyek nîne. Muwekîla min li Reqqayê ji dayik bûye. Divê bê zanîn bê ka kê û çawa bi vî awayê derhiqûqî muwekîla min binçav kiriye. Ev yek ji bo sûcê ku muwekîla min pê tê sûcdarkirin mijareke girîng e. Bêyî van agahiyan jî ev dosyaye kêm dimîne. Em dixwazin ku kesên muwekîla min binçav kirin îfadeyê bidin.”

Li ser vê yekê dadgehê navbereke kurt da û daxwazên parêzer red kir. Dadgehê bi hinceta ‘Sûcên katalogî’ biryara berdewamiya rewşa girtî da û doz taloqî 28’ê tîrmehê kir. RIHA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar