Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Perşembe - 24 Nisan 2025

CÎK: Dem dema azadkirina kurd û Kurdistanê ye

Navena Nûçeyan |

Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) bi daxuyaniyekê piştevaniya xwe ya ji bo pêngava KCK’ê aşkera kir û got ku dema dema xwedîderketina têkoşîna kesên ku ji bo gel û welat cangorî bûne.

Di peyama CÎK’ê de ev tişt hat gotin: “Gelê me yê ku li hember zilmê dijî lê li hember zaliman serî ne tewandî ye!

Bi salane gelê me, bi baweriyekî mezin li dijî dewleta nîjadperest, kujer û tecawizkar têdikoşe. Dem dema ku em vê dewleta newêrek a li rexmî bangawazî yên gelê me yên ji bo aştî û biratiyê bersiv bi hovantiyê dide ku em bavêjin sergoya dîrokê.

Bi salane fîrewn û dewleta wî sonda qirkinê li me xwarî ye ku wehşet, qetlîam, zindan û wêrankirin bidin jiyîn bi nêvî yên Selaheddînê Eyûbî û Şêx Seîdê Kal ê ku rêbertî û xizmet kirine ji bo misilmanan.

Dem dema raperîn û bilingkirina têkoşîna li dijî zalim ên ku dixwazin me di çiya, berî, gund, bajar, mizgeft, dêr, malacemê, laleş û li hemû deverê cîhanê de tune bikin.

Em wek kurdên misilman berpirsyarî ya me, têkoşîn a ji bo têkbirina li dijî nîjadperest ên ku komkûjî ya li ser gelê me dikin û bazirganî ya baweriya me dikin.

Ferze li ser kesên bawermend, li her qadê ji bo sekinandina vê zilmê xwedî helwest be, berpirsyariya me hemûyane pêkanîna vê ferîzê li mizgeft û kolanan e.

Dem dema pêk anîna emrê Xwedê yê li dijî zilm û zordarîtî.

Dem dema azad kirina rêberên me yên di zindanan de ne.

Dem dema xwedî derketina têkoşîna kesên ku ji bo me û ji bo welatê me cangorî bûne.

Dem dema qêr kirina heqîqet û rastiyê û rabûna ser pêyan e yê li dijî dîn firoşan.

Dem dema azad kirina kurd û Kurdistanê ye.

Werin em bi hev re, bi têkoşin li dijî zalim û dagirkeran û wan biqewirînin ji xaka pîroz.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar